BALAFIRGEHA LEŞKERÎ YA AMEDÊ BÛ HEDEF
GELEK AMBÛLANS Û WESAYÎTÊN ZIRXÎ ÇÛN CIHÊ BÛYERÊ
Teqînên li Amedê şevê din saet 12 û nîvê şevê pêk hatin.
Li gorî agahiyan destpêkê dengê 2 teqînan hatiye bihîstin û piştre dengê sîlehan bilind bûye.
Ji tevahiya Amedê dijwariya dengê teqînan hat bihîstin.
Piştre jî gelek ambûlans û wesayîtên zirxî berê xwe dan cihê bûyerê.
Cihê bûyerê jî balafirgeha leşkerî ya Amedê bû.
Yanî ew devera ku her roj balafirên şer jê radibin û li Kurdistanê komkujiyan pêk tînin.
Wezîrê Karê Hundir ê Dewleta Tirk Suleyman Soylû bi daxuyaniyekê eşkere kir ku balafirên biçûk xwestine êriş bikin û ew hatine bêbandorkirin.
Walîtiya Amedê jî heman daxuyanî da û îdda kir ku ew balafirên biçûk hatine xistin.
Li pey hev û di cih de dayîna daxuyaniyan nîşan dide ku derbeke giran xwarine.
Çûyîna ewqas ambûlansan eşkere dike ku kuştiyên Artêşa Tirk hene.