BERXWEDANA GIRÊ ZENDÛRA
DAGIRKERÊN XWESTIN BIKEVIN TUNELÊN ŞER DERBÊN GIRAN XWARIN
Fermandariya pêngava ‘Cenga Xabûrê’ li ser şerê li herêma Metîna agahî dan.
Li gorî agahiyan piştî nîvro piştî bombebaraneke giran eskerên dewleta Tirk xwestin bikebin tunelên şer ên qada Zendûra.
Lê ev hewldana wan neçû serî.
Gerîlayan yekser bersîv da û şerekî dijwar qewimî..
Dagirkerên ku derbeke giran ji gerîla xwarin, di nava tirs û panîkeke mezin de neçar man birevin..
Fermandariyê diyar kir ku dagirkeran gelek alavên eskerî û kuştiyên xwe li pey xwe hiştine û reviyane.