HEVSEROKÊ YNK’Ê LAHOR ŞÊX CENGÎ:
BI TI AWAYÎ EM TEVLÎ ŞERÊ KURD BI KURD RE NABIN
Bi êrişên dewleta Tirk re 5’ê Hezîranê PDK’ê jî hêzek zêde tevî çekên giran sewqî qadên gerîla kir.
Vê yekê rê li ber aloziyeke mezin kiriye.
Tevî bangan hemûyan jî PDK hêzên xwe venakişîne û sewqiyata xwe didomîne..
Li ser metirsiya heyî hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi fermandariya giştî ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê civiya.
Lahur Şêx Cengî di civînê de qala rewşa ewlehiya Herêma Başûrê Kurdistanê kir û got.
Em her hewldaneke aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bixe nava metirsiyê şermezar dikin.
Bi ti awayî ne beşdarî û ne jî alîgiriya şerekê dikin ku xwîna Kurdan bi Kurdan bide rijandin.