KURDISTANÎ WÊ JI LOZANÊ HETA CENEVÊ BIMEŞIN
KCDK-EWRÛPA BANGA BEŞDARIYA MEŞÊ LI GELÊ KURD Û DOSTÊN WAN KIR
Kurdistanî û dostên xwe bi şîara li dij dagirkeriyê em Kurdistanê biparêzin xwe ji bo meşeke dirêj amade dikin.
Meş wê 10’ê Tîrmehê ji bajarê Swîsre Lozanê ku Kurdistan lê hat parçekirin dest pê bike û heta Cenevê dewam bike.
Siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan û akademîsyen jî wê beşdarî meşê bibin..
Dîwana hevserokatiya KCDK-Ewrûpa têkildarî meşê daxuyaniyek da.
Û bang li herkesê xwedî wîjdan kir ku beşdarî meşa ji bo Yekîtiyê bibin.
Beriya meş destpê bike wê saet di 10 û nîvan li qada Place du Port daxuyaniyek were dayîn.