Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistan Lezgiyeva: ‘Net Zero 2050 çi ye?’

 

NET ZERO 2050 ÇIYE?
KURDISTAN LEZGIYEVA / XWEBÛN

Gelek kesan armancên pêşketina domdariya Neteweyên Yekbûyî û Peymana Kesk ku ji hêla welatên rojavayî ve hatiye pêşxistin bihîstiye. Lê bi rastî her kes fêm nake bê ka Neteweyên Yekbûyî ji bo çi van armancên gelemperî dişopîne. Guherîna avhewayê dê bandoreke çawa li mirovên cîhanê bike?

Xwediyê Xelata Aştiyê yê Nobelê û Şêwirmendê berê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Rei Kwon Chang, mijara guherîna avhewayê baş dizane. Wî konsepta “Net Zero 2050” bi daxwaza heta sala 2050’yan emîsyonên karbonê daxe sifirê pêş xist. Rei Kwon Chang li Rûsyayê li ser mijara guherîna avhewayê axiviye lê performansa wî di “Festîvala Zanistî ya Tev‐Rûsya” de bi eşkere ji çarçoveya ragihandinê wêdetir, bi gelek daxuyaniyên zelal bala her kesî kişand.

Li gorî Chang, şaristaniya me li ser sotemeniyên fosîl û pir erzan avabûye. Berê me guh nedida gazên karbonê yên li atmosferê ku bandorê li avhewayê dikin. Lê niha guhertinên avhewayê û nemaze zêdebûna germahiyê gihîştiye asteke bilind. Ev yek divê neyê paşguh kirin, ji ber ku hebûn û mayîna mirovahiyê dixe xetereyê.

Jixwe hertim wiha bû,“şerên petrolê” jî îspata van in.

A duyemîn jî rola sereke ya bandora antropogenîk a li ser avhewayê ye. Chang ji hêla xwerû ve ye, lê hê jî zanyaran li ser dînamîkên bilindbûna germahiya atmosferê lihev nekirine.

Chang hewl da ku ji guhdarvanan re rave bike ku “Net Zero 2050” paradîgmayeke nû ye.

Piştî Joe Biden bû Serokê Dewletên Yekbûyî û dest bi kar kir, Chang ji bo pêşketina mirovî hêzeke nû wergirt. Rewşa nexweşiya COVID‐19’ê jî sedemeke din bû. Yanî bi gotineke din dibêje ji qaîdeyên kevin ên “kapîtalîzma bazara azad” û ji girtina mîqdarên mezin ên hîdrokarbonan dûr bikevin, da ku êdî di bihayê dawîn de lêçûnên karbonê werin hesibandin…

Paşê Chang daxuyaniyeke din a bi deng da û dibêje; vîrusên nû neçar in derkevin holê, bi taybet li welatên sar.

Rei Kwon Chang ji 1991’ê û vir ve li ser pirsgirêkên avhewayê dixebite û di nav sazî û dezgehên Neteweyên Yekbûyî de ye. Bi van nêzîkatiyên xwe eşkere ye ew ne bi tenê bû. Lewra fikir û ramanên wî di stratejiya Neteweyên Yekbûyî de cih digirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv