Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistan Lezgiyeva: ‘Kî, çawa û çima Sûriyeyê ji tecrîdê derdixe?’

 

KÎ, ÇAWA Û ÇIMA SÛRIYEYÊ JI TECRÎDÊ DERDIXE?
KURDISTAN LEZGIYEVA / XWEBÛN

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratên Yekbûyî Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan, serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyeyê Beşar El‐Esed re hevdîtin pêk anî.
(…)

Al Nahyan behsa “berjewendiya Îmaratê ji bo dabînkirina ewlekarî, aramî û yekîtiyê dike”, piştgiriya xwe ji bo “her helwestên ku ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê, pêkanîna aramiyê li vî welatî û bicihanîna daxwazên gelê Sûriyeyê ne.”

Di heman demê de Esed bi bîr xist ku têkiliyên biratiyê di navbera welatan de ji serdema Şêx Zayid Bin Sultan Al Nehyan ê nemir ve pêş ketine û tekez kir ku “Îmarat her dem helwestek objektîf di warê Sûriye û gelê wê de digire.”

Di heman demê de, aliyan li ser berdewamkirina şêwirên dualî li ser mijarên cuda “bêyî destwerdana derve” gotûbêj kirin. Di encamê de, li gorî Associated Press, Nehyan û danûstandinên wî bi serokê Sûriyeyê re “dawî li dûrxistina Esed ya deh salan ji aliyê cîhana erebî ve anîn”, tevî ku serkirdeyên welatên din ên erebî vê dawiyê derbasî Şamê bûne.

Qralê Ûrdinê Ebdullahê Duyem jî piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê cara yekem bi Esed re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî. Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî li ser pêwîstiya “ji nû ve entegrekirina Sûriyeyê di nav civaka ereban de ”piştgirî” da.

Her wiha li gor rojnameya Amerîkî Foreign Policy, Îmarat di asta herî bilind de li Washingtonê hema hema wek lobiya sereke ji bo redkirina cezayan li dijî Sûriyeyê “xebat kir” û got; Ji bo lewazkirina rola Îran û Tirkiyê pêwîstî bi rêvebirina prosedûra hevbeş a nûavakirinê heye.”
(…)

Her wiha wek tê destnişankirin Amerîka dest bi lewazkirina cezayên li dijî Şamê kiriye û projeyek pêşniyar kiriye ku li gorî wê projeyasayê gaza xwezayî ya Misrê bi rêya boriya di ser Ûrdun û Sûriyeyê re ji bo Lubnanê were şandin. Ev bûyera ku li herêmê ji bo asayîkirina têkiliyên bi Sûriyê re, ji bo Emerîkayê wek “ronahiya kesk” tê dîtin.
(…)

Herî dawî rojnameya Rusî “Pravda.ru” jî ragihandibû ku muhtemele “di demeke nêzîk de cîgirê wezîrê karê derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Verşînîn û Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê ji bo Sûriyeyê Alexander Lavrentyev, bi koordintorê Polîtîkaya Rojhilata Navîn a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brett McGurk re hevdîtin pêk were.

Moskowa dixwaze hebûna Ereb, Îran û Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê hevseng bike. Welatên ereb jî dest bi çêkirina piran kirine. Xuya ye ku ew ne tenê ji bo guhertinên di lîstika jeopolîtîk a li ser Sûriyeyê de, lê her weha ji bo guhertinên girîng ên li Tirkiyê jî ku dibe di demek nêzîk de biqewimin xwe amade dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv