Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurd li Ewrûpayê li dijî dagirkeriya Tirk li qadan e

 

PENGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KURDISTANIYÊN LI EWRÛPAYÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI QADAN BÛN

Di çarçoveya pengava “dem dema azadiyê ye” kurdistaniyên li ewrupayê li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê çalakiyan li dar dixin.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêber APO, çalakiya heftane ya roja çarşemê berdewam dike.

Çalakî li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî pêk tê.

Salîh Saglam di çalakiya vê heftê de axivî û ev peyam da;

Em ê bi xwedîdêderketina berxwedana gerîla û dîlên azadiyê têkoşînê geştir bikin.

Çalakiyeke din, li paytexta Swêd Stockholm ê pêk hat.

Kurdistaniyan di çalakiyê de biryara Amerîka ya derbarê pêşengên tevgera azadiyê de şermezarkirin.

Her wiha li dijî êrişên dewleta Tirk banga daketina qadan li gelê Kurd hat kirin.

Kûrd û dostên xwe li Helsînkî jî dengê xwe li dijî faşîzmê û dagirkeriyê bilind kirin.

Di çalakiyê de biryara Amerîka ya li ser 3 pêşengên Tevgera azadiyê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mûrat Karayilan hate protesto kirin û hate gotin;

Divê Amerika dawî li hevkariya xwe ya li gel Tirkiye bîne ku li dijî Kurdan sûcê şer pêk tîne.

Di dawiya çalakiyê de 150 nameyên têkildarî mijarê ji bo Qesra Spî hatin şandin.

Li Paytexta Belcîka Brulselê jî kurd û dostên xwe li dijî dagirkeriyê li qadan bûn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li balafirxaneya Zurîh a Swîsreyê li dijî tecrîdê çalakiyek li arxistin.
Di çalakiyê de berxwedana gerîla jî hat slav kirin.

Li Londinê jî kurdistaniyan bi çelekiyeke li dijî dagirkeriyê peyama berxwedanê dan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv