KOMKUJIYA KONYAYÊ
KUJERÊ KOMKUJÎ PÊK ANÎ LI 4 BAJARAN LI OTÊLÊN LUKS MAYE
Danişîna ewil a doza qetliyama Malbata Dedeogullari ku kujer Mehmet Altun û ferdên malbata Çalik û Keleş jê tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hat.
Kujer Mehmet Altun ku ew tenê girtî ji dozê tê darizandin ji girtîgeha lê dimîne bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bû.
Ji 10 bersûcên li derve tên mehkemekirin tenê 5 bersûc beşdar bûn.
Alî Keleş û Lutfî Keleş ên ji ber êrişa di 12’ê gulanê girtî ne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.
Parlamenterên HDP’ê û yên CHP’ê, parêzerên Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, parêzerên OHD’ê, serok û nûnerên baroyên Enqere, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Êlihê, parêzerên ÎHD’ê û Komela Hiqûqnasên Hemdem, nûnerên Yekitiya Baroyên Tirkiyê û ji navend û navçeyên Konyayê gelek kes tevlî danişînê bûn.
Dozger beriya îfadeya kujer were xwendin xwest rasterast darizandin dest pê bike.
Parêzeran îtîraz kir li ser îtîrazê îfadeya kujer hat girtin.
Kujer Altun diyar kir ku beriya komkujiyê 3 mehan betal bûye.
Li ser vê yekê parêzerên malbata dedeogullarî xwestin were eşkerekirin ku mirovekî betal çawa karibû li Eskîşehîr, Enqere, Stenbol û Bûrsayê li otêlên luks û buha bimîne û xwestin were eşkerekirin ku kê pereyê otêlan daye.
Heyeta mehkemeyê piştî îfadeya kujer û pirsên parêzeran navber da dozê.