“BIJÎ NEWROZ”
KOVARA QERFÎ ZRÎNG DERKET
Hejmara 12’an a Kovara qerfî Zrîng, ku mehane weşanê dike, bi berga ‘Bijî Newroz’ derket.
Di vê hejmarê de Rûşen, Eşref Mûmcû, Mustafa Yaman, Erceren, Kubîlay Odabaş, Hebûn, Michael Erdman xêz kirine û xêzeke ku ji girtîgehê hatiye şandin têde cih digire.
Kovar ji bo xwendevanên xwe pêşbirka zanyarî, çand û wêjeyê amade kiriye û her wiha encama pêşbirka meha borî di kovarê de hatiye ragihandin.
Di rûpela dawî de jî portreya Qazî Mihemed hatiye xêzkirin û kurtejiyana wî hatiye vegotin.