Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona PAJK’ê Viyan Soran bibîranî

 

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê VIYAN SORAN BIBÎRANÎ
“XETA RÊHEVAL VIYAN SORAN LI DIJÎ KOMPLOGERAN MÎSOGERIYA AZADIYÊ YE”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan PAJK bi boneya salvegera çalakiya Viyan Soran li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de PAJK’ê Viyan Soran bi navê xwe yê din Leyla Walî Hisên bibîranî.

PAJK’ê dilsoziya Viyan Soran a bi Rêber Abdullah Ocalan re bibîrxist û got:

Viyan Soran bi baweriya xwe, bi girêdan û zanebûna xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêşxist.

Weke milîtaneke jin ya Apo’yî rola pêşengiyê di nav tekoşînê de girt ser milê xwe.

Hevrê Viyan, her dem li hember paşverûtiyan û sekna dûdil bi hestên jin û neteweyîî xwedî helwestekî bi bandor bû.

Koordînasyona PAJK’ê îşaret bi berxwedana Viyan Soran jî kir û got;

Bi têkoşîn û azweriyeke mezin ked û xebat meşand.

Li ser vî bingehî bû yek ji endama rêvebir a jinûve avakirina PKK’ê.

Di komîteya avakirina PKK’ê de bi seknekî zelal û milîtaneke girêdayî ya bi xeta Rêber Apo re têkoşiya û bû xwedî roleke mezin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan ragihand ku gerîlayên azadiyê yên li ser xeta Viyan li Heftanîn, Metîna, Zap û Zagrosê bi vîneke ji pola, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û xiyaneta PDK’ê berxwedanekî dîrokî nivîsandin.

PDK’ê li dijî gelê me yê li Başûr, ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe qehîm bike li gel dewleta Tirk di nav xiyanetekî mezin de ye.

Sekna heval Viyan û peyama wê li dijî xeta xiyanetê bû.

Fedaiyên li Girê Sor, Werxelê û Zendûra carekî din peyama hevrê Viyan bi şerê gel ê şoreşgerî re kirin yek.

Di bin dirûşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ li ber xwe dan û bi ser ketin.

PAJK’ê herî dawî bang li hemû jinên li Başûr û her wiha Kurdistanê kir, bi rihê Viyanan di pêngava dem dema azadiyê de cih bigrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv