KOOPERATÎFA HILBERÎNÊ
KOOPERATÎFA KU BI DESTÊ DU JINAN HAT AVAKIRIN MEZIN DIBE
Di sala 2019’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 2 jinan Kooperatîfa Hilberînê ava kirin.
Kooperatîfa ku sê sal berê bi destê 2 jinan hat avakirin, niha zêdeyî 50 jin lê dixebitin.
Gava kooperatîf nû hat avakirin, tenê jin lê dixebitîn lê îsal pergala hevserokatiyê esas girt.
Ji damezrînerên kooperatîfê Fatma Taş dibêje; me bi 3 çewal zebze dest bi kar kir û niha hewl didin kooperatîfa xwe ya mezaxêriyê jî vekin.