Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Konsepta dewleta Tirk a li dijî Kurdan 26.10.2020

 

Êrişa ku li gundê Tumune ya li bajarê Saratovê yê Rûsyayê li dijî Kurdan hate kirin, bi wî rengî hate şîrovekirin ku Kurdên li Rûsyayê di hedefa Tirkiyeyê de ne. Siyasetmedar Ferman Garzan bal kişand ser girîngiya xweparastinê.

Li navçeya Dargeçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê roja 24’ê Cotmehê komek ji 300-400 Kazak û Azeriyan êriş birin ser Kurdên li gundê Tumune. Bûyerên ku bi êrişê re rû dan mezin bûn û her kêliyê dikare veguhere êrişeke nû.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku êriş plankirî ye û gundê Tumune ji bo parastina ji êrişên nû bi temamî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Tê gotin ku li Dargeçî û Saratovê Kazak û Azerî amadekarî û rêxistinbûna xwe dewam dikin ji bo careke din êrişî Kurdan bikin û peyamên “Em ê ji nû ve êriş bikin” ji Kurdan re dişînin.

Siyasetmedarê Kurd Ferman Garzan diyar kir ku êriş bi sorkirin û plana dewleta Tirk pêk tê û got, “Tirkiye bi rêya mizgeftên li Kafkasya û Rûsyayê, dixwaze Kurdan kontrol bike. Lê belê bi destwerdana saziyên Kurdan ên li Rûsyayê ev plan hate pûçkirin. Niha jî bi sûdwergirtina ji şerê li Qerebaxe van hêzên ku bi rêxistin kiriye berê wan dide Kurdan. Kurdên li Rûsyayê êdî di hedefa dewleta Tirk de ne.”

Di dema êrişê de Kurdan xwe parastin û polîsan tenê nîvê şevê dest li bûyerê werdan.

Di nava rojê de 10 Kurd di bûyerê de birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e. Di encama xweparastina Kurdan de jî 7 êrişkar birîndar bûn. Rageşiya li herêmê dewam dike. Navçeya Dargeçî nêzî sînorê Kazakistanê ye û piraniya şêniyên wê Kazak in. Lewma Kurdên li vê navçeyê di nava metirsiyê de ne.

‘ÊRIŞ PLANKIRÎ BÛ, POLÎSÊN KAZAK JI NEDÎTÎ VE HAT’

Çavkaniyen xwecihî ragihandin ku polîsan êriş ji nedîtî ve hatine, êriş plankirî bû û gotin, “Serê sibehê çend ciwanên Kazak û ciwanekî Kurd nîqaş kirin. Em pê hesiyan ku hewl didin hincetê ji êrişê re amade bikin. Beriya niha li Kazakistanê li dijî Kurdan gelek êriş çêbûbûn. Herî dawî beriya 2 mehan êrişeke mezin bûbû.

Ji ber vê yekê em ji malên xwe, ji gund derneketin. Piştre polîs hatin. Her çend ew polîsên Rûs jî bin ji gelê Kazak in. Ji me re gotin ku tiştek nebûye û divê em biçin malên xwe. Em ketin nava malên xwe, saet derdora 10’an bû. Komeke qelebalix bû, derdora 300-400 kes bûn, bi çoyên ji hesin êrişî gund kirin.

Dikirin qareqar û digotin, ‘Kazak, Azerî û Tirk yek in. Em ê Kurd û Ermenan tune bikin’. Polîsan rê dan êrişkaran. Ketin nava gund. Me jî xwe parast. Polîsan dest li bûyerê wernedan.”

‘PIŞTÎ KU PROJEYA MÎT, DAÎŞ Û PDK’Ê BI SER NEKET, DEST BI ÊRIŞÊ KIR’

Siyasetmedarê Kurd Ferman Garzan ê li Rûsyayê ye têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Ferman Garzan diyar kir ku Tirkiye demeke dirêj e hewl dide DAÎŞ’ê li nava Kurdên li Rûsyayê bi rêxistin bike, lê belê saziyên Kurdan ev plan pûç kirin. Ferman Garzan anî ziman ku Tirkiyeyê vê carê jî bi firsenda şerê Azerbaycan-Ermenistanê, Kurd kir hedefa Kazak, Tatar û Azeriyên nijadperest û Îslamîst.

Garzan got, “Tirkiye demeke dirêj e ji bo civakên li Rûsyayê û Kurdên li herêmê kontrol bike û ji bo vê jî ol bi kar tîne. Li qadên Saratov û Adîgeyê ku Kurd lê zêde ne bi vekirina mizgeftan xwest ku hestên olî yên gelê me bi kar bîne û DAÎŞ’ê bi rêxistin bike. Weke saziyên Kurdan em bi vê rewşê hesiyan û me dest lê werdan. Me rewş lêkolîn kir, li pişt vê planê Tirkiye xuya kir. Di vê çarçoveyê de weke Meclîsa Kurdan û saziyên Kurdan ên li Rûsyayê me bi gel re gelek civîn li dar xistin, gel agahdar kirin û plan pûç kirin.

Her wiha hin kesên bi PDK’ê re tevdigerin û bi rêya çapemeniya PDK’ê xwestin ku Kurdên li Kazakistanê, Kirgizistanê bixin bin bandora xwe. Heman proje xwestin li Rûsyayê jî belav bikin. Lê belê bi ser neketin. Piştî ku projeya wan bi ser neket, komên ji aliyê MÎT’ê ve hatin birêxistinkirin, êriş birin ser Kurdên ku xwe nadin ber projeya Tirkiyeyê.”

‘ÊDÎ KURDÊN LI KAFKASYA Û RÛSYAYÊ JÎ DI HEDEFA DEWLETA TIRK DE NE’

Ferman Garzan diyar kir ku ji ber nijadperestî û rêxistiniya kontra ya Tirkiyeyê, Kurdên li Rûsyayê jî êdî di nava metirsiyeke cidî de ne û got, “Li her derê nifûsa Kazak, Azerî û Tatar heye. Tirkiye Kurdan dike hedefa wan. Tirkiyeyê çawa ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê kiriye hedef, niha jî Kurdên li Kafkasya û Rûsyayê kiriye hedef.”

‘ME RÛSYA AGAHDAR KIR, LÊ XWEPARASTIN PÊWÎST E’

Siyasetmedarê Kurd Ferman Garzan anî ziman ku di mijara van planên dewleta Tirk e wan dewleta Rûsyayê agahdar kirine û got, “Divê Rûsya ji bo parastina Kurdan bikeve dewrê. Kurdên li Rûsyayê kêmnetewe ne û nifûsa wan belawela ye. Ji ber vê yekê divê dewlet Kurdan ji van êrişan biparêze.

Di vê mijarê de em rayedarên dewleta Rûsyayê hişyar dikin. Li Rûsyayê, li bajar, gund û bajarokan ewlehiya jiyana Kurdan di metirsiyê de ne. Kurdên li Rûsyayê jî divê xweparastina xwe xurt bikin. Me asta metirsiyê ji dewletê re ragihand. Ji me re gotin ‘mezin nekin’: Lê belê xuya ye ku êriş wê ne tenê li gundekî ya jî qadekê bimîne. Metirsî mezine. Em hewl didin parastina dewletê xurt bikin û di heman demê de rê û rêbazên xweparastinê nîqaş dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv