KONGREYA STAR-EWRÛPA YEKEMÎN KONGREYA XWE LI DARXIST
KONGRE BI BEŞDARIYA GELEK DELEGEYÊN JI WELATÊN EWRÛPAYÊ PÊK HAT
Kongre li bajarê Almanya Dortmundê pêk hat.
Ji gelek welatên Ewrûpayê jinên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûrî beşdarî kongreyê bûn.
Her wiha ji saziyên jinan ên Almanyayê jî jin beşdarî kongreyê bûn.
Di axaftinan de girîngiya rêxistinbûyîna Kongreya Star a li Ewrûpayê hat destnîşankirin.
Her wiha hêza jinê ya di têkoşînê de û pêşengiya wê jî yek ji mijarên sereke bû di kongreyê de.
Li ser navê gelek saziyan peyam jî hatin xwendin.
Dema bultena me dihat amadekirin, kongreya yekemîn a Kongreya-Star-Ewrûpayê dewam dikir.