KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
PDK RASTIYAN BEROVAJÎ DIKE
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê manîpulasyonên PDK’ê daxuyaniyeke weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
PDK ji bo nixumandina hemû sûcên netewî û siyasî yên li hemberî gelê Kurdistanê dest diavêje pêkanîna hemû cûre provakasyon û berevajîkirinê.
Ji tawanbarkirinê ya bûyera kuştina berpirsê xala sînorê Serzêrê bigre heya nûçe û raporên bê bingeh yên derbarê tevgera me, hewldide ji bo plana qirêj a pêşerojê bingeh ava bike.
Ew nûçeya dawî jî ku qaşo komek girêdayî tevgera me destgîr kirine ti bingehekî wê ya rastiyê nîne.
Nûçeya têkildarî vê mijarê bi alîkarî û hemahengiya dezgeha sîxorî ya MÎT’ê hatiye.
Raya giştî ya gelê Kurdistanê baş dizane ku di dema tengasiyê de û di dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser hebûna gelê Kurd li Başûr, kê Başûr parast û kê senger û gel terikand û revî?
KCK’ê destnîşan kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê wê her bihost axa welat biparêze û got;
Bi sedan hevalên me yên gerîla ji bo parastina gelê Başûr ji Şengalê bigre heya Hewlêrê giyana xwe fedakirin û fermandeyên wek Zekî Şengalî, Egîd Civyan û Têkoşer Gewer di wê rêyî de şehîd bûn.
Komîteyê destnîşan kir ku gerîla ji bo asayîş û ewlehiya Başûr pêşengiyê dike û got;
Lazim e were zanîn hêzên ku asayîşa herêma Kurdistanê dixin nav metirsiyê, PDK û dewleta Tirk e.
Di encama plana hevbeş a dagirkeriyê ya her du hêzan de ye ku rojane dengê teqîna bombe, top û fûzeyên Tirkiyê li çiya û dolên Kurdistanê kêm nabe.
Her wiha PDK’ê jî mîna desthilata Erdogan pêlekî ya girtin, revandin, zindanîkirin, tirsandinê li hemberî gel dimeşîne.