KOMELEYA LÊKOLÎNÊ YA ZIMAN Û ÇANDÊN MEZOPOTAMYAYÊ
7 PIRTÛKÊN FOLKLORÎK ÊN JI GELEK BAJARÊN BAKÛRÊ KURDISTANÊ BERHEV KIRINE ÇAP KIR
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandê a Mezopotamyayê 7 pirtûkên folklorîk ên ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê berhev kirine çap kir.
Ev xebat di çarçoveya projeyek “Bernameya Alîkariya Mafan” de pêk hat.
Koordînatorê projeyê Mehmet Esen dibêje; ev 7 pirtûk qala çand û dîroka kurdan dikin û me xwest bi vê xebatê sûdê bidin derdor û civaka xwe.