Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koma Wijdan: Hewldanên saziyên PDK’ê yên li hemberî çalakvanên girtî ne rewa ne 15.11.2020

Koma Wijdan bang li hemû hizb, rewşenbîr, rojnameger û mamosteyan kir da ku li dijî kiryarên PDK’ê yên hemberî çalakvanên li Behdînan û Hewlêrê girtîn, bêdeng nemînin. Koma Wijdan di daxuyaniyaxwe de eşkere kir ku PDK dixwaze çalakvanên di girtîgehan de bêdeng û bê bandor bike. Koma Wijdan hewldanên saziyên PDK’ê yên hemberî çalakvanan şermezar kir.

Koma Wijdan li ser çalakvanên ji aliyê PDK’ê ve li Herêma Behdînan û Hewlêrê hatine girtin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga xwedî derketina li çalakvanan hate kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Ji bo çalakvan, rewşenbîr û azadîxwazan

Em hemû dizanin zêdetirî meheke saziyên bêdengkirinê yên PDK’ê li herêma Behdînan û Hewlêrê, bi awayek nerewa û dûrî hemû prensibên yasayî û exlaqê, gelek lawên vî gelî girtine. Bê ku rê bidin mafê parastina xwe bikin, parêzer û malbata xwe bibînin hatine girtin. Ev jî binpêkirinek ne rewa ya mafê girtiyane û dikeve nava kategoriya çetetiyê.

Li gorî me hemû hewldanên PDK’ê şikandina îradeya çalakvanane, bi vê re jî naminin girtiyan neçar dikin da ku bi zorê îtirafên PDK’ê qebûl bikin. Em hemû dizanin ev çalakvanên hatine girtin kesên bi îrade û heskiriyên vî gelîne. Bi asanî radestî zext û bêdengkirinê nabin, wê nekevin xizmeta vê desthilata sitemkar.

Hinek gote gote hene ku wê dîmenên çalakvanên hatine girtin belav bikin, em vê yekê red dikin,  weke sernaryoyek ne exlaqî binav dikin û şermezar dikin.

Em weke Koma Wijdan dibêjîn pêwîste di demek zû de rê bidin parêzer û malbat serdana girtiyan bikin. Gelo bi rastî ev dîmen li ser razîbûna wan wê were belav kirin yan na. Ger na, wê hemû hewldanên saziyên PDK’ê weke ne rewa û senaryo bên dîtin.

Divê gelê me, bi taybet rewşenbîr, mamosta, çalakvan, rojnameger û hemû kes li ser vê senaryoyê hişyar bin û zextê li PDK’ê bikin. Rê nedin saziyên PDK’ê serî li van çalakvanane bigre û helwesta wan veşêre.

Pêwîste hizb û aliyên siyasî jî helwesta xwe ya li hemberî girtin û êşkenceyê nîşan bidin. Ger bêdeng bin wê ew jî hevkarê wan bin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv