Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koma 13’an li zîndanên dewleta tirk çalakî dewr girt 26.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KOMA 13’AN LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK ÇALAKÎ DEWR GIRT

Bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” dîlên azadiyê li zîndanên dewleta Tirk di nava tevgerê de ne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo 61 roj li pey xwe hiştin.

Hat ragihandin, ku koma 13an li zîndanan çalakî dewr girtiye.

Di vê komê de ji zîndana Tîpa F a Boluyê jî Teyfîk Yaşli, Sûat Gokalp, Tariq Daxtaş û Bariş Atmaca cih digirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“JI BO GIRTIYAN ÇI HEWCE BIKE, EM Ê BIKIN”

Malbatên girtiyên azadiyê jî peyamê didin, ku ewê timî li rex têkoşîn û sekna zarokên xwe cih bigirin.

Hanîfî Kaçar ku ev 17 sal in girtî ye û li zîndana Tîpa T a Manîsayê tê ragirtin, girtiyekî azadiyê yê nexweş e.

Heta îro gelek caran hatiye êşkencekirin.

Hevjîna wî Adalet Kaçar diyar kir, ku 36 sal ceza dane Hanîfî û got, ji ber êşkenceya lê hatî kirin, dema çûm hevdîtinê min wî nas nekir.

Tevî vê yekê jî Hanîfî dest ji têkoşîna xwe bernedaye û 3 caran beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê bûye.

Adalet Kaçar xwest daxwazên girtiyan werin bicihanîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv