Hêzên rejîma Îranê li herêma Serdeşt êrişî komek kobler kirin, di encamê de kolberek jiyana xwe ji dest da.
Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dikin. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh li herêma ser sînor ya Dolebî ya dikeve ser Serdeş ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê, hêzên rejîmê êrişî komek kolber kirine.
Çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolberê bi navê Umêd Mihemedzade (39) ê bavê 3 zarokan, jiyana xwe ji dest daye.
Heman çavkaniyê da zanîn ku cenazeyê Umêd li nexweşxaneya Serdeşt tê ragirtin û hîn jî radestî malbatê nehatiye kirin.