Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KNK’ê delîl û belgeyên çekên kîmyewî ji 40 sazî û welatan re şand

 

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YA JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE
KNK’Ê DELÎL Û BELGEYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ JI 40 SAZÎ Û WELATAN RE ŞAND”

Dewleta Tirk di nava sala 2021’ê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê pir caran çekên kîmyewî bikaranîn.

Kongreya Netewî ya Kurdistan KNKê raporên ku têkildarî mijarê amadekirin, ji saziyên navnetewî yên weke Neteweyên Yekbuyê, NATO û ji 40 welatan re şandin.

Hevserokê KNK Ahmet Karamûs da xuya kirin li gorî daneyên di destê wan de, li herêma Kanîmasî, Avaşîn û Metînayê bi tevahî 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di encamê de 33 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û gelek gundiyên derdorê jî birîndar bûne.

Ehmet Karamus agahî da ku hin saziyên navnetewî li van herêman lêkolîn kirine û li ser bedena qûrbanî û maxdûran test çêkirine. Li gorî daneyan îspat bûye ku dewleta tirk çekên kîmyewî yên qedexe bi kar aniye.

Karamûs da xuya kirin wan hemû belge û delilên di destê xwe de weke dosya pêşkêşî OPCW’ê kirine. Lê vê saziyê weke bersiv ji wan re gotiye heta ku ew bi xwe li cihê bûyerê lêkolîn pêkneynin nikarin biryarekê bidin.

Hevserokê KNKê ev helwesta saziyê rexne kir û got:

“Hem hêzên ku li herêmê şer dikin hem jî, me weke KNK pir caran bi belge û delîlan ji vê saziyê xwest biçin heremê lêkolînan pêkbîni, lê heta niha ti gav neavêtine. Ji helwesta OPCW diyare ku ev sazi polîtîze bûye û ketiye xizmeta berjewendiyên hin dewletan.”

Ehmet Karamus Konseya Yekîtiya Ewropayê jî bi alîgiriyê suçbar kir û got: “Di gel ku me delîlên pir vekirî pêşkêşî wan kirine jî bi îsrar ne dixwazin heyetek lêkolînê bişînin heremê ne jî dewleta tirk sûçdar dikin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YA JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE
EHMED KARAMÛS: DIVÊ HIKÛMETA HERÊMA KURDISTAN Û IRAQ’Ê JÎ GILIYÊ TIRKIYÊ BIKIN

Ji aliyê din ve ji bo ku dewleta tirk ji ver vî sûcê xwe li dadgehên navnetwî bê darizanin, komisyona huquqûê ya KNKê jî di nava tevgerê de ye.

Hevserok Ehmed Karamus da xuya kirin doza li hemberî dewleta tirk ne tenê erka KNKê ye, divê hukumeta başûrê Kurdistan û Iraq jî di qada navnetwî de giliyê dewleta tirkiyê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv