QETILKIRINA SEDA FEYSEL Û HIND LETÎF
KJK: ÎTÎFAQA JINÊN ROJHILATA NAVÎN BÛYE HEDEF
Koordînasyona KJK’ê ji bo Seda Feysel El Hermez û Hinde Latif El Xidir ên ku hatibûn kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KJKê daxuyakirin ku DAÎŞ û dewleta Tirk a ku hêza paramîlîter a pergala mêrserwer in, bi qetlîamên xwe yên hovane re, dixwazin peyamekê bidin jinên Rojhilata Navîn ên rêxistinkirî.
Li Rojhilata Navîn têkoşîna me ya azadiyê ya jinan serdemeke nû daye destpêkirin,hemû jin di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinan a Rêber Apo de, di avakirina neteweya demokratîk de cih girtine.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye yek ji navenda bingehîn a vê rêxistinbûnê. Jinên Ereb, Suryan, Tirkmen û Kurd li vê derê bi hev re di avakirina neteweya demokratîk de pêşengiya jinan derxistine pêş. Şoreşa Rojava tevî keda van jinan bûye yek ji şoreşa jinan û îlham daye hemû jinên cîhanê
Jinên xwerêxistin kirine li her derê bûne parêzvanên bingehîn ên vê pergalê. Hêza jinan a rêxistinkirî ev pergala mêrserwer tirsandiye û ji ber vê jî li dijî jinan êrîşên berfireh hatine kirin.
KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
TÊ XWESTIN JINÊN ROJHILATA NAVÎN JI TÊKOŞÎNÊ WERIN DÛRXISTIN
Koordînasyona KJKê daxuyakirin ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê û maşika wê DAÎŞ jinên rêxistinkirî kiriye hedef.
Li Efrînê bi hezaran jin hatine revandin, di şerê Serêkaniyê de Hevrîn Xelef bi hovane hatiye kuştin û piştre jî Hevseroka Meclîsa Til Şaîrê Seda û alîkara wê Hinde bi hovane hatine qetilkirin. Vê koma faşîst îdeolojiya xwe li ser qirkirina zayendê ava kirine, hemû jinên rêxistinkirî kirine hedef û dixwaze jinên Rojhilata Navîn ji têkoşînê dûr bixîne.
KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
EM BI XURTÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊN XWEDÎDERKETINÊ BIBIN
Koordînasyona KJKê daxuyakirin ku ew van kiryaran hovane ji komkujiyên Parîs û Silopiyayê nas dikin û ev bang kir.
Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî kiryar û zîhniyeta mêr a serwer û komploger cihê xwe li nava refên têkoşîna bênavber bigirin, yekîtiya jinê li Rojhilata Navîn xurt bikin, bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo xwedîderketina li hevrê Seda û Hinde bên lidarxistin bibin.”