PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
KJK: 15’Ê TEBAXÊ ROJA VEJÎNÊ YE
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê bi rasthatina 37. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.
KJK’ê bal kişand ser rihê pêngava 15’ê Tebaxê û diyar kir ku agirê berxwedanê yê ku bi fermandarê mezin Egîd dest pê kir, di xeta Bêrîtan de berxwedana jinê û bi Zîlanan re jî xeta fedaî ya jinê afirand.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê da zanîn 15’ê Tebaxê bi qasî ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd jî bûye destpêka vejîn û têkoşîna hebûnê.
KOORDÎNASYONA KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK:
FÎŞEKA 15’Ê TEBAXÊ BÛ DESTPÊKA PARÇEKIRINA KOLETIYÊ
Li nava civakeke wiha ku li ser sînorê tunebûn û koletiyê bû, jin qet nedihatin dîtin. Ji ber vê yekê fîşeka destpêkê ji bandora li ser dijmin bêhtir, bandora xwe ya li ser rastiya xwe bêhtir bi wate û girîng bû.
Ew fîşek û pêvajoya berxwedanê ya ku bi 15’ê Tebaxê re dest pê kir, bû destpêka parçebûna her cûre koletiyê ku mirovên me dikir kole. Jin ji nava rewşa xwe ya girtî derxist û berê wê da nirxên mirovahiyê.
Lewma em 15’ê Tebaxê ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê weke zemîn û çavkaniya vejînê û têkoşîna xwe ya hebûnê û pêngavî dibînin.
SALVEGERA 37’AN A PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
KJK: 15’Ê TEBAXÊ PÊNGAVEK STRATEJÎKE
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê anî ziman ku 15’ê Tebaxê di şoreşa Kurdistanê de pêngavek stratejîke û wiha dewam kir
Di dîroka Kurdistanê de bêguman gelek raperînên ji bo parastina hebûnê pêk hatin.
Lê ji ber rê û rêbazên hestewarî yên raperîna Kurd a klasîk, berdêlên gelekî mezin hatin dayin.
Bi tevgera PKK’ê re yekem car bi têkoşîneke ku ji raperîna kalasîk a gelê Kurd wêdetir kete nava pêvajoya misogerkirina hebûna xwe.
Lewma bi pêşengî û rêxistiniya xwe ya îdeolojîk dest bi serdemeke ji taktîk û rêbaza şer a gerîla kir.
KJK’ê got: Ruhê serketinê 15’ê Tebaxê afirand wê bi berxwedan û têkoşînê teqez bi ser bikeve.
Û anî zman ku bi rihê 15’ê Tebxê pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê dewam dike.