Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin

KJAR’ê piştgirî da xwepêşandanên gel li Rojhilat û Îranê

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku 5 rojin didome daxuyaniyek nivîskî weşand û piştgirî da xwepêşandanên gelên Îranê. Herwiha siyaseta dewleta Îranê ya çewisandinê şermezar kir.

KJAR’ê ji kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û wiha tê gotin;”Xwepêşandan û nerezîbûnên seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îrane karek rawaye, ji bo daxwazkirina mafên jinan, ciwan û hemû beşên civakê. Siyaseta çewisandina dewleta Îranê ya li dijî xwepêşanderan û navkirina bi ‘ provokasyon,’ şermezar dikin.

Nerazîbûn nîşandan û serhildanên demokratîk ên gelan ên li dijî rejîma faşîst a Îranê çavkaniya xwe ji siyaseta dewletê digire. Çavkaniya xwe pirsgirêkên civakî û siyasa Îranê ye, zihnî û îdeolojî ye. Nîşandana xwepêşanandanan a li ser asta pirsgirêka benzînê, biçûkirine û li ber çavnegirtina daxwazên gelan û êrişkirina li ser xwepêşanderan siyasetên dewletê yên li dijî gelan a ji bo civakê bêxe di bin kontrola xwe de ye.

Eger îro gelên Îranê bi pêşengiya jinan li qadan hewara azadiyê bilind dikin, sedema xwe ewe ku vê hikûmet û siyasetê qebûl nakine. Daxwazên wan guhertin serekene. Hemû beşên civakê rejîm û siyaseta wê baş naskiriye. Ji ber ku ji derveyî vê rejîmê sozên xwe bi cih neaniye. Berevajî bi riya kuştin, girtin, darvekirina hinek xwepêşanderan û dijberan krîza niha kurtir kiriye. Li hember de gelan li bajaran cuda bûne xwedî bertek û ji bo gihiştina azadî û wekheviyê canê xwe feda dikin.”

Di dawiya Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) de wiha tê gotin;”Em careke din piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelên Îranê ya ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tînin ziman ku riya yekîtiya gelan û di serî de yekîtiya jinan û tevahiya gelên Îranê çareser dike. Bivê rê dikarin parastina hemû daxwazên gelên Îranê bikin û biparêzin.”

Ev jî hatin dîtin

11:10 Raborî 02.04.2022

Stêrk Tv

Sêrt û Mêrdine de şîddetê verva cînîyan 12.04.2021

Stêrk Tv

Senetora Fransî Lourance Cohen derbarê komkujiya Parîsê de nirxand

Stêrk Tv

Li Bakur û Tirkiyê 3 jin hatin kushtin

Stêrk Tv

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

Stêrk Tv

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

Stêrk Tv