Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin bangên kesayetên navdêr û siyasetmedaran hene.
Di bangên xwe de dibêjin; PKK nekin qurbana berjewendiyên xwe yên bi dewleta tirk re.
KESAYETÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN PKK’Ê
AQÎL EL-TAÎ: RÊXISTINEK BI VÎ RENGÎ TÊDIKOŞE DIVÊ ERÊNÎ BÊ DÎTIN
Bi nêzbûna salvegera damezrandina PKK’ê ve kesayetên navneteweyî bi daxuyanî û nerînên xwe ve piştgiriya xwe ji PKK’ê re raber dikin.
Pisporê Siyasetê yê Iraqî Aqîl El-Taî bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û got;
“PKK bi her awayî rêz ji mafê welatîbûn, jiyaneke biexlaq û mafan mirovan re digire.
Rêxistinek bi vî rengî têdikoşe divê erênî bê dîtin, ne terorîst.”
Aqil El Taî îşaret bi kampanyeya PKK’ê li lîsteya rêxistinên terorîst derxistinê jî û ev tişt got:
“Gelek kesayetê navnetewî ji bo PKK li vê lîsteya reş bê derxistin kampanyeyek hêja dane despêkirin.
Ez hêvî dikin ku wê ev kampanya bi erênî encam bibe.”
KESAYETÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN PKK’Ê
ELÎ EL-SAHIB: JI BO BERJEWENDIYÊN XWE PKK XISTINE LÎSTEYA TERORÊ
Siyasetmedarê Iraqî Elî El Sahib jî da zanîn ku PKK tevgereke parastina mafên gelê Kurd dike.
El-Sahib diyar kir ku hêzên navneteweyî ji bo têkoşîna PKK’ê lewaz bikin ew xistine lîsteya rêxistinên terorîst û got:
“Hêzên navneteweyî ji bo bejewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re PKK xistine lîsteya terorê.
Şerme ku partiyek wisa mezin, xwedî dîrokek dirêj a siyasî û parastina mafane di vê lîsteyê de be.”
KESAYETÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN PKK’Ê
DR. SAÎD ÎSMAÎ: JI BO PÊŞÎ LI VÊ TÊKOŞÎNÊ BIGRIN EW XISTIN LÎSTEYÊ
Dr. Saîd Îsmaîl yê Hollandî jî li ser mijarê ji Meclîsa Medya Dijîtal ya Kurdistanê re axivî.
Dr. Saîd Îsmaîl diyar kir ku ew bi ti awayî qebûl nake ku PKK di lîsteya terorîst de be û got:
“PKK partiyek rewaye û doza mafên gelê Kurd têkoşînê dide meşandin.
Ji bo pêşî li vê têkoşînê bigrin ew xistin lîsteyê.
Ev plan û komployek hêzên emperyalîst e.
Divê em vê qebûl nekin ku li dijî wê engê xwe bilind bikin.”
KESAYETÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN PKK’Ê
SUE BOLTON: PKK YEK JI PARTIYÊN HERÎ MEZIN E KU JI BO AZADIYÊ TÊDIKOŞE
Endama Meclîsa Hevpeymana Sosyalîst ya Avûstûralyayê Sue Bolton jî bang li hikûmeta xwe kir ku qedexeya li ser PKK’ê.
Sue Bolton destnîşan kir ku PKK ne rêxistinek terorîste û got:
“PKK yek ji partiyên herî mezin e ku ji bo azadiyê têdikoşe.
Divê pêşî li têkoşîna zadiya neteweyekî neyê girtin.”