Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

KCK: Dagirker çekên kîmyewî bi kar tînin

 

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
DAGIRKER ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNIN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK bi daxuyaniyekê, bal kişand ser tevgera dagirkeriya Tirk û helwesta xerab a PDK’ê.

KCK’ê îşaret bi dijwariya şer û sûcên şer ên dewleta Tirk kirin:

23’yê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke mezin kir.

Di êrişên xwe de ti qanûn û hiqûqa nevnetewî jî li ber çavan nagire.

Artêşa dagirker ku nikare berxwedana gerîla bişkîne 13 caran çekên kîmyewî bi kar anîn.

Bi dehan gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûn.

KCK’ê bal kişand ser berfirehbûna tevgera dagirkeriyê jî û gundên hatine valakirin bi bîr xistin:

Di encama êrişên dagirkeriya Tirk de bi dehan gund hatine valakirin.

Bi hezaran donim zevî û deverên çandiniyê hatine şewitandin.

Li dijî vê erk dikeve ser milê beşên siyasî yên Kurdistan û Iraqê hemûyan.

Divê li dijî van êrişan xwedî helwest bin.

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
PIR ŞERM E KU PDK DAGIRKERIYA TIRK REWA NÎŞAN DIDE

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rol û helwesta xerab a PDK’ê jî ku dagirkeriyê rewa nîşan dide:

Cihê xemgîniyê ye ku PDK, Tevgera Azadiyê sûcdar dike û dagikeriyê rewa nîşan dide.

Li şûna li dijî dagirkeriyê derkevin, tenê ketine pey rojevkirina darbirîn û talankirina daran.

Encamên van bûyerên şermane yên PDK’ê zêdetir derfet didin Tirkiyê ku xaka Başûrê Kurdistan û Iraq dagir bike.

Dagirkerî tê wateya şewitandina hemû dar, bax û baçxeyên welatiyan.

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
DAGIRKERÎ ENCEX BI RÊYA TÊKOŞÎNA HEVPAR WERE HILWEŞANDIN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, bal kişand ser helwesta gel a li dijî dagirkeriyê û wiha dewam kir:

Li dijî dagirkeriyê bi pêşketina çalakiyên gel gelekî girîng e.

Helwest û çalakiyên gelê nîştîmanperwer, li seranserî cîhanê û Kurdistanê xwedî nirxe netewî ye.

Lê ji bo dawî li dagikeriyê were anîn, divê hewlest xurtir çalakî encamgirtir û mezintir bin.

KCK’ê destnîşan kir ku dagirkerî encax bi rêya têkoşîn û berxwedanê dikare hilweşe.

Ji bo wê yekê ye em bang li hemû civaka Kurdistanê û dostên gelê Kurd dikin.

Hemû bi hev re, li gel gerîla û bi pêşxistina çalakiyên hemwext û her çi ji destan bê bike, wê demê wê dagirkerî têk biçe.

Em bang li partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hemûyan dikin.

Bi giyanê yekîtiya netewî, çawa ku wextê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê rabûn, divê li dijî artêşa Tirk jî bisekinin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv