Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê bi nameyekê bang li civaka navneteweyî kir

 

LI DIJÎ GERÎLA Û GELÊ KURDISTANÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCK’Ê BI NAMEYEKÊ BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIR

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî hêzên gerîla û gelê Kurdistanê nameyek ji civaka navneteweyî re nivîsî.

Li ser navê komîteyê Ronî Serdem, di serî de Amerîka, Almanya, Fransa, Kanada, Ingilistan, Hollanda û Rûsya, nûnertiyên gelek welatan li Hewlêrê, nûnertiya Yekîtiya Ewrûpayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, Yekîtiya Ereban û partiyên siyasî re name nivîsî.

Di nameyê de yek bi yek behsa sûcên dewleta Tirk tê kirin û bêdengiya li hemberî vê yekê tê rexnekirin.

KCK dibêje, heke rê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neyê girtin, wê ev yek ji bo herkesî encamên xeter bi xwe re bîne.

Di nameyê de bi taybetî bang li Neteweyên Yekbûyî dike û bi bîra wê dixe, ku dewleta Tirk çekên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine qedexekirin bi kar tîne.

Di dema borî de me dît, dema welatên weke Sûrî û Iraqê çekên kîmyewî bi kar anîn, saziya we (NY) gelek hukûmet û raya giştî ya navneteweyî bi awayekî xurt û lez nerazîbûn nîşan dan.

Lê mixabin, dema dewleta Tirk ev çekên kîmyewî bi awayekî sîstematîk li Sûrî, Iraq û Tirkiyê bi awayekî sîstematîk bi kar anîn, me heman helwest nedît.

LI DIJÎ GERÎLA Û GELÊ KURDISTANÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCK: ÊDÎ DEMA ŞERMEZARKIRIN Û DADGEHKIRINA DEWLETA TIRK HATIYE

Di nameyê de Di cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê bikaranîna fosfora spî û birîndarbûna gelek sivîlan tê bibîrxistin û wiha tê gotin:

Neteweyên Yekbûyî, dewleta Tirk a ev sûc kirî ne ceza kir û ne jî şermezar kir.

KCK destnîşan dike, ku bêdengiya li dijî vê yekê, rê da dewleta Tirk ku ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve li Başûrê Kurdistanê li dijî HPG’ê û sivîlan kîmyasalê bi kar bîne..

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li rex nameyê, rapora KNK’ê ya bi awayekî berfireh têkildarî sûcên dewleta Tirk amade kiribû jî pêşkêşî raya giştî ya navneteweyî kir.

Di dawiya nameyê de KCK dixwaze ku, dewleta Tirk ji ber van sûcên hatine belgekirin bê şermezarkirin û berpirsiyarên dewletê werin dadgehkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv