Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê bang kir ku li hember gavên şer ên PDK’ê bikevin tevgerê

KCK bal kişand ser êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û got:Em bang li gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû hêzên siyasî yên Kurd dikin ku ji bo gavên PDK’ê ku wê werin wateya şerê dijî gerîla asteng bikin, bi berpirsyariya xwe ya welatparz rabin.

Daxuyaniya Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

”Ev 100 roj in dewleta Tirk li Qadên Parastinê yên Medyayê tevgera dagirker dike. Gerîla jî li dijî êrîşa bi hemû derfetên artêşa herî mezin a duyan a NATO’yê bi vîneke sermirovî li ber xwe dide. Gerîla ev bi mehan e artêşa Tirk  dihejijîne. Ev berxwedan a hemû gelê Kurdistanê ya gelên Rojhilata Navîn e. Ev têkoşîna hebûnê ya li diji êrîşên qirker têkoşîna herî mezin a rûmetê ya dîroka gelê Kurd e.

Di rewşeke wiha de ku gerîla li dijî vê êrîşa qirker a dagirker radiweste dorpêça hêzên gerîla ya ji hêla PDK’ê ve, mîna kêrekê ketina nav hêzên gerîla, daswaza ku têkiliya hêzên gerîla ji hev qut bike tê amneya ku artêşa Tirk rehet bike û destekê bide pêkhatina tevgera dagirker. Ev gavên wiha, li gel ku gelê Kurd û raya giştî ya Kurd bi tundî li dije jî, tê amneya ku PDK li dijî gerîla şer dide destpêkirin. Heke PDK’ê gerîla nelebikanda û nebûya xwedî helwestên wiha ku gerîla karîgertir şer bike, dewleta Tirk weke operasyonên beirya niha wê li bara gerîla bişikesta û vekişiya.

PDK DIVÊ DEV JI AVÊTINA GAVÊN TALOKE BIQERE

Hêzên leşkerî yên PDK’ê 29’ê Tîrmehê ji bo ku têkiliya hêzên Zap û Avaşînê ji hev qut bike li qada Çemço tegera leşkerî daye destpêkirin. Li gel ku hêzên gerîla hişyarî dane ku ev rasterast tê maneya şerê dijî gerîla jî, hêzên leşkerî yên PDK’ê lê rawestiyeya ku bikeve qada gerîla. Li ser vê, piştî rageşiyeke demkurt gelê li herêmê ketiye navberê û nehiştiye ku rageşî mezintir bibe. Hêzên PDK’ê bi paş ve kişiyane lê li ber deriyê qadên gerîla hêz têne bicihkirin. Helwesta gel li dijî hêzên leşkerî yên PDK’ê ku têne ser qadên gerîla û berê çeka xwe didin gerîla, hem hêjayî şanaziyê ye û hem jî tê maneya banga li PDK’ê ku dev ji van polîtîkayan biqere.

Li gel vê tevgera li ser qadên gerîla ku tê maneya bikeve şerekî eşkere her wiha yekîneyeke gerîla ya mobîl hatiye dorpêçkirin. Agahî heye ku êrîş çûye ser vê yekîneya gerîla, jin jê şehîd kirine, yên din jî bi birîndarî êsîr ketine. Ev êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla datîn holê ku desteka didin TC’ê veguherînin ser şerekî aşkere. Ev gavên wiha wê tesîreke pir xirab li ser dahatuya Kurdan bike û wê pêşiya êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk ku pêşengiya dijminatiya Kurdan dike veke. Hêviya me ew e ku PDK van gavên taloke bibîne û dev ji vê gavê biqere.

Di rewşeke wiha de ku TC êrîşê tîne, nêzîkatiya dorpêçkirina gerîla jidandina qirika gerîla û girêdana dest û pî, PDK bi gotina pir şaş a, ’em hikûmet in, dikarin bikevin her deverê’ dixwaze meşrû bike. Ev nêzîkatî tê maneya ku bibêje, ez ê têkevim qada gerîla û li gel artêşa Tirk van deveran ji gerîla xilas bikim. Ango tê maneya ku bi artêşa Tirk re têkeve nav şer. Ev bi ti rengî nikare were fêhmkirin. Artêşa Tirk ev 40 sal in xwestiye ku bikeve van qadan lê li bara berxwedana gerîla bi ser neketiye. Gelê Kurd dizane ku sala 2007’an têkçûneke çawa dijî. Di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk  êrîşeke nû daye destpêkirin, ti sedemeke biheq nîne ku hêzên leşkerî yên PDK’ê bixwazin têkevin cihên ku beriya 30-40 salî berdane. Gelê Kurd û hêza siyasî ya Kurd nikare vê qebûl bike.

HELWESTA PDK’Ê DESTKETIYÊN KURDAN DIXE METIRSIYÊ

40 salin ku gerîla li her du aliyê van çiyayan bi artêşa Tirk a mêtinger û dagirker re şer dike. Gotina PDK’ê ya hûn nikarin aliyekê çiya şer bikin tê wateya ku mîna dewleta Tirk li hemberî bikaranîna yekparetiya erdnîgariyê ya ji aliyê gerîla ve derdikeve. PDK bi gotina, ‘ez dikarim bikevim her cihî, li gerîla ferz dike ku ji qadên ku ev 40 salin têde têdikoşe û bi hezaran şehîd dayî derbikeve.’ Li gorî xwesteka dewleta Tirk tevgerîn û vê yekê sepandin tê wateya pêşîgirtina şerê ku gerîla li hemberî dewleta Tirk birêve dibe ye. Gerîla ku têkoşîna azadiya gelê Kurd birêve dibe mîna artêşeke pergalê şer nake. Hemû qadên erdnîgariya Kurdistanê bikar tîne. Ketina PDK’ê ya qadên gerîla ku ew 40 salin lê dimîne û li hemberî TC’ê şer dike ne li gorî welatparêziya Kurdî ye. Ev nêzîkatiyên ku wê rê li ber dagirkirin û qirkirina Başûrê Kurdistanê veke, wê bibe xefletek dîrokî. Di demekê de ku daxuyaniyên dewleta Tirk ya dibêje Mûsil û Kerkûk ya me ye, bi cih girtina li rex TC’ê ya li hemberî PKK’ê destketî nikare werin parastin. Berevajî vê yekê helwesta PDK’ê destketiyên gelê Kurd dixe metirsiyê. Armancê dewleta Tirk ya bi temamî dagirkirina Kurdistanê û temamkirina qirkirinê, her wiha stratejî û polîtîkayên ku Kurdistanê weguherîne qada berfirehkirina netewbûyîna Tirk, encax bi yekîtî û têkoşîna gelê Kurd ve dikare bê valaderxistin. Polîtîkayên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ku hemû Kurdistanê gef dike, encax bi çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê ve ji holê bê rakirin. Hemû destketiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakûr ve dikare were parastin. Ji bo ku dewleta Tirk dest ji siyasetên xwe yên dijî Kurd a li hemû beşên Kurdistanê berde û bi rengekî wekhevî, biratî û dostayetî nêzî gelê Kurd bibe, encax bi çareseriya pirsgirêka Kurd ya li Bakurê Kurdistanê ve dikare pêk bê.

BANG LI PDK’Ê DIKIN KU HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ JI DORA GERÎLA BIKIŞÎNE

PDK ji bo rewakirina êrîşan dibêje ku PKK hikumeta me nas nake, statuya me dixe metirsiyê. Her kes dizane ku yê destpêkê li hemberî êrîşên li ser Başûr mudaxele dike û ji bo parastina destketiyan fedakariyên mezin nîşan daye PKK û gerîla ye. Di serî de yê herî baş dizane ku dewleta Tirk êrîşê her cure destketiyê Kurdan dike û gefa herî mezin ji bo destketiyan çêdike ye, gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî ne. Ger ku vê rastiyê nayîne ser ziman û destketiyên gerîla dixe metirsiyê, tê vê wateyê ku êrîşên dewleta Tirk rewa dike. Bi vî rengî dewleta Tirk bi derew û demagojiya ango ne li dijî me Kurdan, li dijî PKK’ê ye re dijminatiya xwe ya Kurdan vedişêre. Divê her hêza siyasî ya Kurd yê ku azadiya gelê Kurd û parastina destketiyên wê dixwaze, li hemberî dewleta Tirk yê ku Kurdan înkar dike, di dijminatiya li hemberî Kurdan de pêşenge û armanc dike Kurdan qir bike re bêje ku eger tu dixwazî hemû pirsgirêkên têkildarî pirsgirêka Kurd çareser bikî vê çaxê pêwîste bi awayeke fermî dest ji înkargeriyê berde, mafên jiyana azad û demokratîk qebûl bike. Berxwedanên salên 1925, 1930 û 1938’an ji ber polîtîkayên înkar û mîhayê pêşketine. Berxwedana PKK û gerîla jî ji ber van siyasetan e; lewre pêwîste bi gotin ku dema pirsgirêka Kurd çareser bibe wê ev pirsgirêkane jî dernekevin, dewleta Tirk neçarî çareseriyê bikin. Li hemberî ferzkirina dewleta Tirk, gotina bila PKK ji wir derkeve, PKK wê neke, tê wê watê ku rê li ber israrkirina dewleta Tirk ya di polîtîkayên ku birêve dibe vedike. Di vê hêlê de pêwîste hêzên siyasî yên Kurd bang li dewleta Tirk bikin ku li ser bingeheke demokartîk pirsgirêka Kurd çareser bike û hemû têkiliyên xwe yên navnetewî di vê rasteyê de ji bo çareseriyê bixe tevgerê.

PDK li şûna ku daxwaz ji dewleta Tirk bike ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurd wê pirsgirêkên ji ber wê derketinî ji holê rabin, bi sepandina TC’ê re bêje ku’ ez dikarim bikevim her derê, dor li gerîla bigrim, birsî û bê cebilxane bihêlim’, pir eşkere ye ku tê wateya ferzkirina şer ya li ser gerîla û şikandina berxwedaniya ku niha gerîla bi rengekî fedayî birêve dibe.

Em bang li PDK’ê dikin ku xwe ji helwestên bi vî rengî yên werin wateya PDK şer li ser gerîla ferz dike dûr bigirin, hêzên xwe yên leşkerî ji dora gerîla vekişînin, li gorî şert û pêdiviya helwesta welatparêziyê, di aliyê ferzkirina çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê de helwest nîşan bidin.

Bang li gelê Kurd, rewşenbîran, nivîskaran, hunermendan û hemû hêzên siyasî yên Kurd dikin ku ji bo astengkirina gavên PDK’ê yên werin wateya şerê bi gerîla re, berpirsiyariya welatparêziyê ya dikeve ser milê wan bi cih bînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv