Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Bersiva herî baş ji komkujiya Mereşê re ew e ku Elewî vegerin cih û warên xwe 24.12.2020

 

SALVEGERA KOMKUJIYA MEREŞÊ
KCK: BERSIVA HERÎ BAŞ EW E KU ELEWÎ VEGERIN CIH Û WARÊN XWE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Mereşê ya di navbera 19 û 26’ê Kanûna 1978’an, daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê bi bîr xist ku armanca sereke a komkujiyê, qirkirina Kurdan li Rojavayê Firatê bû û wiha dewam kir:

Wan rojan ji ber ku mijar Elewî û Kurd bûn, artêşa Tirk piştî komujî temam bû bi rojekê, xwe gihand cihê bûyerê. Heman helwest dema komkujiya Sêwasê jî dûbare bû. Ev yek dijminahiya dewleta Tirk li hemberî Kurd û Elewiyan radixe ber çavan.

Ji xwe helwesta dewletê ya li hemberî berpirsên komkujiya Mereşê jî ev rastî nîşan me da. Lewma ji cezakirinê wêdetir, ew xelatkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir ku heman siyaseta dijminahiyê îro jî dewam dike û wiha got:

Ciwanê Kurd ê Elewî Kemal Kurkut li pêş kamereyan kuştin û paşê kujerî wî berdan. Li Pirsûsê 3 endamên malbata Şenyaşr kuştin. Li şûna kujeran kurê vê malbatê girtin. Encama van herdû bûyeran têrê dike ku mirov karekterê dewleta Tirk nas bike.

Bê goman ev herdû bûyerê, ten çend mînakên ji nava hezaran e.

Dewleta Tirk bi van komkujiyan, li gel qirkirina vîzîkî xwedî armancên din e jî. Dixwazin Kurdan bi Tirk bikin û Elewiyan jî bikin Sunnî. Ev destûra bingehîn a veşartî ye. Komkujiya Mereşê di çarçoveya Plana Şark-Îslahat a sala 1926’an de pêk hat. Ew planeke qirkirinê bû.

Hedefa pêşî ya vê planê jî Dersîm û Kurdên Elewî yên li Rojavayê Firatê bû.

Dewleta qirker di komkujiya Mereşê de bêyî ku bêje, ev zarok an jî jin in, bêtirî 200 kes kuştin. Ji wê demê vê siyaseta qirkirinê ya li hemberî baweriya Elewî dewam dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku eger civak bê wê yekê bawer bike wê dewleta zihniyeta xwe li hemberî Elewiyan bughere, xwexapandine û wiha got:

Ev wê bibe îxaneya herî mezin. Îro ji bo Elewiyan tişta herî ferz, têkoşîn e. Eger em bi rastî li hemberî komkujiya Mereşê bihêrs in, wê demê lazime em vê hêrsa xwe beriya her tiştî nîşanî berpirsiyarn bidin.

Eger daxwaza wan surgûnkirina ji Rojavayê Firatê bû, wê demê lazime Elewî li cih û warên xwe vegerin da ku li pêşiya planên dewleta Tirk bibin asteng.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv