Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Ziman hîma sereke ya bîra hevpar a civakê ye’

 

KOMÎTEYA PERWERDEYÊ YA KCK’Ê:
ZIMAN HÎMA SEREKE YA BÎRA HEVPAR A CIVAKÊ YE

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî peyamek weşand.

KCK’ê roja ziman li Rêber Apo û temamiya şehîdên doza azadiyê pîroz kir.

KCK’ê destnîşan kir ku ziman ku yek jê hêmana herî sereke a mirovbûn û civakbûnê ye, di afirandin û pêşxistina çanda civakî de jî hêmana sereke ye:

Ziman ne tenê hêmana bingehî a avabûna hişmendiya civakî, di heman demê de hêmana bingehîn a avakirina civakî ye jî.

Gelekî dema xwedî li zimanê xwe derkeve dibe gel û bi tenê wisa dikare civakbûna xwe biparêze.

Ziman hîma sereke a bîra hevpar e. Pêşketina civakê hemtayê pêşketina ziman e.

Civakekê çiqasî zimanê xwe yî dayîkê xurt kiribe, ewqasî jî standardên xwe ên jiyanê xurt kiriye.

KOMÎTEYA PERWERDEYÊ YA KCK’Ê
DI HEMÛ ASTÊN XWENDINÊ DE PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEK E

KCK’ê bal kişand ser rejîmên zordest ku nasname, çand û zimanê kurdî qedexe kirine:

Netewe-dewletên Tirk, Fars û Ereb ziman û çanda Kurdî xistine nav pencên qirkirinê.

Gelê me ji hemû derfetên perwerdeya bi zimanê dayîkê bêpar hiştine.

Kurdên ku dewa perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin tên darizandin.

Cezayê girtîgehê li wan tê birîn, ji ber gotina stranên Kurdî tên kuştin.

Heman hişmendiya faşîst li hêla din jî Kurdiya divê bikeve bin ewlehiya destûrê di dibistanan de dadixe asta ‘dersa bijarte’ û qaşo qencî an go lutfê bi Kurdan dike.

Divê dewleta Tirk a faşîst vê baş bizanibe; gelê me bi vê siyasetê, bi lîstikên wiha erzan naxape.

Divê bê zanîn di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê ne lutûf e, mafek e.

KOMÎTEYA PERWERDEYÊ YA KCK’Ê
MODELA PERWERDEYA LI ROJAVA JI BO HEMÛ GELAN MÎNAK E

KCK’ê modela perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê jî weke mînak nîşan da û destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû gel bi zimanê xwe xwe perwerdeyê dibînin:

Modela perwerdeya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku di oxira nasname, çand û ziman de têdikoşin mînak e.

Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovan e.

Li hember jiyana li ser me hatî ferzkirin îspata pêkanbûna jiyaneke din, jiyaneke pirzimanî û pirçandî ye.

Mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûnî ye.

Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrûtir e.

Lewre pêwîst e gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsandina bi Kurdî wek çalakiya nemiriya zimanê dayikê bibîne û di vê oxirê de têkoşîna xwe bidomîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv