Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK Şehîd Cemîl Amed û Şehîd Demhat Egîd di salvegera yekemîn de bi bîr anî 15.10.2020

 

CEMÎL AMED Û DEMHAT EGÎD
KCK, DI SALVEGERA YEKEMÎN DE HERDÛ ŞEHÎD BI BÎR ANÎN

Îro salvegera yekemîn a şehadeta rêveberên KCK’ê Demhat Egîd û Cemîl Amed e..

Bi boneya rojê, Komîteya Pêwendiyên Derve daxuyaniyek da û herdû endamên xwe ên şehîd bi bîr anî..

15’ê Cotmeha sala 2019’an Endamên Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê Seyîtxan Ayaz bi nasnav Demhat Egîd û û endamê Komîteya Tenduristiyê Eser Irmak bi nasnav Cemîl Amed, di encama êrişa bi balafirên şer ên bê mirov şehîd bûn.

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta wan, Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê daxuyaniyek da û wiha got:

Herdû hevrêyên me Demahat û Cemîl ku bi rengekî fermî li Başûrê Kurdistanê wezîfedar bûn, 15’ê Cotmeha 2019’an li Silêmaniyê bûn armanca êrişa balafirên şer dewleta Tirk.

Artêşa Tirk a faşîst 9’ê Cotmeha heman salê tevî komên xwe yên çete û tecawizkar êriş bir ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê.

Ev êrişa dagirkeriyê bi destûra Amerîkayê hate kirin. Hêzên emperyalîst ji bo destketî û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê tasfiye bikin û ji bo vê daxwaza xwe sûd ji êrişa dewleta Tirk girtin.

Êrişên ji bo têkbirina destketiyên Kurdan, li her devera Kurdistanê bi alîkariya nokeran bênavber dewam dike.

Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî hebûn, du hevrêyên me yên şoreşger ku xwedî kedeke mezin bûn, bi piştgiriya xayîn û nokeran hatin şehîdkirin.

Li gel bangên tevgera me jî rêveberî û hukumeta Başûrê Kurdistanê hîn bersiv nedaye bê ev komkujî bi piştgiriya kê hatiye kirin.

Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrişê, em careke din radigihînin ku malbatên van hevrêyên me, gel û tevgera me, ji bo ronîkirina komkujiya 15’ê Cotmehê li benda eşkerekirina helwesteke zelal in.

Hin hêz di vê serdemê de jî civaka me ya Êzdî ku li dijî qirkirin û polîtîkayên komkujiyê yên DAÎŞ’ê li ber xwe da û hebûna xwe diparêze, ji derfetên xwerêveberin û xweparastinê bêpar dihêlin.

Ev hêzên navborî, derdorên noker ji nû ve xistine dewrê. Ji bo tunekirina destketiyên civaka me a Êzdî, PDK û hikumeta Iraqê li hev kirine. Vê polîtîkaya xwe jî bi navê hikumeta Başûrê Kurdistanê dimeşîne û dixwaze rewa bike.

Yên bûna sedema şehadeta hevrêyên me, rê dan operasyonên dagirkeriyê.

Pêşî li qirkirina gelê Êzdî vekirin, divê ji aliyê gelê me ve bê dîtin û li dijî wan helwest were nîşandan..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv