Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dest bi pêngavekê dikin.
Ev pêngav jî wê 12’ê Îlonê dest pê bike.
KCK’ê got wê gerîla hêza bingehîn a vê pêngavê be û bang li hêzên demokrasiyê, jin, ciwan, gelê Kurdistan û aliyên siyasî kir ku bi awayekî xurt di pêngava azadiyê de cihê xwe bigrin.
PÊNGAVA LI DIJÎ TECRÎD, FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ
KCK: EM LI KURDISTAN Û DERVEYÎ WELAT DEST BI PÊNGAVA AZADIYÊ DIKIN
Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê berfireh qala şerê cîhanê yê 3’emîn ê li Rojhilata Navîn kir.
KCK’ê bal kişand ser desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku di vî şerî de cih digre û dixwaze qirra Kurdan bîne.
KCK’ê ragihand ku Kurd bi yekîtiyê dikarin ji vî şerî derkevin û wiha got;
Dewleta Tirk ne tenê dijminê Bakurê Kurdistanê ye, dijminê sereke yê hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev rastî li Kurdan ferz dike ku li dijî dewleta Tirk li hemû parçeyan têkoşînê bimeşîne. Ne pêkane ku bi têkoşîneke ji rêzê û ji hev parçebûyî bersiv ji êrişên dewleta Tirk a qirker re bê dayin. Eger Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîneke hevpar di asta pêngavî de bimeşînin hingî ev êrişên dewleta Tirk dikarin bên têkbirin.
KCK’ê anî ziman ku ji bo jiyana azad û demokratîk bê afirandin, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û li her welatên ku Kurd lê ne, bi dirûşmeya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ di 12’ê Îlonê de dest bi pêngava demokratîk şoreşger dikin.
Armanca vê pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye, ku sîstema êşkenceyê ya xwe dispêre tecrîda giran a li Îmraliyê veguherandiye şerê taybet û tevgera psîkolojîk a li dijî gelê Kurd, dagirkeriyê belav dike, li hundir û derve li dijî gelê Kurd û gelan zextên faşîst giran dike.
Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Bakurê Kurdistan, Tirkiye, Başûrê Kurdistan, Rojava, Rojhilat û derveyî welat xalên têkoşînê rêz kir.
KCK’ê got wê gerîla hêza bingehîn a vê pêngavê be û bang li hêzên demokrasiyê, jin, ciwan, gelê Kurdistan û aliyên siyasî kir ku bi awayekî xurt di pêngava azadiyê de cihê xwe bigrin.