Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Êrişên nijadperest bi fermana AKP-MHP’ê tên kirin

 

ÊRIŞÊN NIJADPERESTÎ YÊN LI DIJÎ KURDAN
KCK: ÊRIŞ BI FERMANA AKP-MHP’Ê TÊN KIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser zêdebûna êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de KCK’ê wiha got:

Rehma xwedê li Hakîm Dal ê di êrişên rojên dawî de şehîd bûyî bibe.

Em ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin.

KCK’ê bi bîr xist ku, ji salên 1990’î heta niha li bajarên Tirkiyê li dijî Kurdan êriş pêk tên.

Di rojên dawî de êrişên ji bo kuştin û birîndarkirinê zêde bûne.

Zêdebûna van êrişan beriya cejnê, nîşan dide ku organîzekirî ne.

Êrişên bi qetilkirina Denîz Poyraz destpêkirin bi kuştin û birîndarkirinê didomin.

Li Afyonê û Enqerê li dijî Kurdan êriş pêk hatin û birîndar çêbûn.

Li Konyayê jî bi dehan faşîstan Hakîm Dal qetil kirin.

Beriya demeke kin jî li Konyayê êriş li dijî malbateke Kurd pêk hat.

KCK’ê destnîşan kir, ji ber ku Kurd di azadiyê de israr dikin êriş pêk tên.

Û da zanîn, ku ev êriş yekser bi polîtîkayên desthialtdariya faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî Kurdan ve girêdayî ne.

HDP weke dijmin hat ragihandin û kirin hedef.

Ji ber ku fikir û ramanê azadiyê di gelê Kurd de bi pêş xist, li dijî Rêber Apo zext û tecrîdeke giran tê kirin.

Armanca van êrişan şikandina îradeya jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e.

Bi vê yekê dixwazin ku Kurd ji xwe re nebêje “ez Kurd im” û bi Kurdî neaxive.

Ji ber vê yekê li dijî Kurdan êrişên pîlankirî û organîzekirî dikin.

ÊRIŞÊN NIJADPERESTÎ YÊN LI DIJÎ KURDAN
KCK: KURD NE BERXÊ LI BER KÊRÊ NE, DIVÊ XWE BIPARÊZIN

KCK’ê destnîşan kir, ku êriş bi fermana desthilatdariya AKP-MHP’ê tên kirin û bal kişand ser girîngiya xweparastinê.

Heke Kurd dixwazin hebin, divê weke her zîndiyan li dijî êrişan xwe biparêzin.

Ev parastin di şexsê wan de parastina hebûna gelê Kurd e.

Egîdiya Kurd xwedî wê xisletê ye, ku her cûre êrişê bişikîne.

Ji ber vê yekê divê Kurd ne berxên li ber kêrê bin.

Helbet ti dijminahiya me li gelan nîne.

Lê heke êrişek li dijî me pêk hat jî divê em karibin bersiva wê bidin.

Divê ji bo vê yekê li her derê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin.

Rêxistinbûyîn hêza herî xurt a parastinê ye.

ÊRIŞÊN NIJADPERESTÎ YÊN LI DIJÎ KURDAN
KCK: WÊ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ LI DIJÎ KURDAN TI CARÎ BÊ BERSIV NEMÎNIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, ku wê êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd ti carî bê bersiv nemînin.

Kesên ev êriş kirin û organîze kirine wê teqez hesab bidin.

Banga me li tevahiya gelê Kurd e, ku di rewşên wiha de piştevanê hev be.

Li her derê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê li dijî van êrişan mezin bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv