Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Em wê hêviyê dikin ku PDK hêzên xwe vekişîne cihên berê’

 

BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
KCK: GERÎLA HER ROJ HÊZÊN DAGIRKER JI HEV DIXE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî provokasyonên PDKê, helwesta hukûmeta Almanya ya li dijî Kurd û dostên wan û damezrandina Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de pêşî berxwedana dîrokî ya gerîla hat bibîrxistin:

Ev nêzî du meh in, di navbera hêzên fedayî yên têkoşîna azadiya gelê Kurd û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime.

Artêşa Tirk a texmîn dikir, li qadên ku wê di hefteyekê de dagir bike, li rasta berxwedaneke mezin hat.

Tenê li ser çend girên eskerên xwe lê danîne, asê maye.

Gerîla her roj derban lê dide û wê ji hev dixe.

ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ
KCK: BI DIJMINANE PÊŞWAZÎKIRINA ENDAMÊN ÎNÎSIYATÎFÊ JI ALIYÊ PDK’Ê VE NAYÊ QEBÛLKIRIN

Di daxuyaniya KCK’ê de hat bibîrxistin, ku tam di vê demê de PDK’ê hêzeke zêde li dora gerîla bi cih kiriye.

Û da zanîn, ku tevî bangan PDK hê jî hêzên xwe venekişandine û berevajî vê yekê zêde kirine.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ev yek weke xizmeta êrişên qirkirinê û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd nirxand.

Vê yekê di nava gelê Kurd û dostên wî de hişyariyek peyda kir.

Welatparêz û dostên Kurdan ên ji Ewrûpayê ji bo rê li ber girtina şerekî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, hatin astengkirin.

KCK’ê ev helwesta PDK û dewleta Alman rexne kir, Kurd û dostên wan jî ji ber vê hewldana wan silav kir.

Ev helwesta PDK’ê ya bi dijminwarî pêşwazîkirina vê hewldana aştiyane û demokratîk, bû cihê nerazîbûnê.

Ew nêrîn derket holê, ku PDK naxwaze şerekî muhtemel ê bi gerîla re bê rawestandin.

PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI DIJÎ GERÎLA
KCK: EM WÊ HÊVIYÊ DIKIN, KU PDK HÊZÊN XWE VEKIŞÎNE CIHÊN BERÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn, ku ew li bendê bûn bi PDK’ê re hevdîtinekê bikin, lê wê hêz li dora gerîla bi cih kir.

Em careke din vê yekê destnîşan dikin;

Bê çiqasî em xwe ji şerekî bi PDK’ê re dûr digirin, ewçendî em vî şerî weke bicihanîna daxwaza dewleta Tirk dibînin.

Ji ber vê yekê hêviya me ew e, ku PDK hêzên xwe yên leşkerî ji dora gerîla vekişîne û vegerîne cihên wan ên berê.

Di daxuyaniya KCK’ê de helwesta hukûmeta Almanyayê ya bi astengkirina Kurd û dostên wan derketî holê jî hat rexnekirin.

Di daxuyaniyê de bang li hukûmeta Almanya hat kirin, ku li ser navê gelê Almanyayê nebe hevkarê sûcekî qirkirinê.

Herî dawî jî KCK’ê ji ber damezrandina wê silav da Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv