PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCDK-EWRÛPAYÊ LI STRASBOÛRGÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DA DESTPÊKIRIN
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê li bajarê Fransa Strasboûrgê bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên KCDK-Ewropayê Fatoş Goksungur, Yuksel Koç, Seroka Aveg-Konê Serpîl Aslan, nûnerên partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.
Pêşî Yuksel Koç û Fatoş Goksungur axivîn û bal kişandin ser girîngiya beşdariya li Pêngava Dem Dema Azadiyê ye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî da zanîn, ku ji bo azadiya Rêber Apo pêngaveke berfireh a neteweyî û navneteweyî hatiye destpêkirin.
Gaveke vê pêngavê jî li Strasboûrgê bi çalakiya rûniştinê hat avêtin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bang li Konseya Ewropayê kir, ku pêwistiyên rapora CPT bi cih bîne.
Li ser navê sazî, rêxistin û partiyan jî nûner axivîn.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya beşdariyeke xurt a li Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, ji bo azadiya Rêber Apo.
Piştî axaftinan li cihê Nobeta Ji Ocalan Re azadî çalakiya rûniştinê destpêkir, ku wê heta dawiya meha Cotmehê bidome.