DÎWANA HEVSEROKATIYA KCDK-E:
JI BO RONÎKIRINA RASTÎ Û EDALETÊ, DIVÊ EM LI HER DERÊ DAKEVIN QADAN
Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa, li ser salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de xemsarî û bê dengiya dewlata Fransayê hat rexnekirin û hat gotin:
Di ser şehadeta sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz -Sara, Fîdan Dogan -Rojbîn û Leyla Şaylemez -Ronahî re 8 sal derbas bûn.
Bi komkujiyên wisa xwestin kadroyên damezrîner ên PKK’ê tasfiye bikin.
Em ê nehêlin ev cînayet bê nixumandin.
Heta hesreta azadiyê ya Sakîne, Leyla û Fîdan bi cih were anîn û berpirsyarên komkujiyê bên darizandin, ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.
Di daxuyaniyê de çalakiyên ku wê 6 û 9’ê Çîleyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên li Ewrûpayê bên li darxistin hatin bibîrxistin û bang li hemû Kurdistanî, şoreşger, demokrat, mirovên bi rûmet ên alîgirên azadiya jinê hate kirin ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin.