Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di serdana xwe ya Tirkiyeyê de li gel serokkomarê Tirk Erdogan civiya.
Têkildarî civînê Ofîsa Mistefa Kazimî daxuyaniyek belav kir û ragihand; di civînê de li ser xûrtkirina peywendiyên her du welatan û berjewendiyên hevbeş axivîne.
Her wiha diyarkir li ser xûrtkirina peywendiyên bazirganiya di navbera her du welatan de axivîne.
Li gorî çavdêrên siyasî, di civîna her du lîderan de mijara herî giring Kurd û lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê bû.
Rojek beriya Mistefa Kazimî jî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûat Hiseyn li Enqerê bû.