KAMPANYA BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ
BI BEŞDARIYA NUNERÊN PARTÎ Û SAZIYÊN KURD JI AMEDÊ DEST PÊ KIR
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi piştgiriya gelek partiyên siyasî û saziyên Kurd, dest bi kampanya “bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeya fermî kirin.
Tevî nûnerên partiyên îtifaqa Kurdistanê ya Bakur, nunerên gelek partî û saziyên kurd beşdarî civîna eşkerekirina kampanyayê bûn.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî destpêkê axivî û bal kişand ser girîngiya ziman.
Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û anî ziman ku ewê piştgirî bidin û wê pêşengiyê bikin.
Serokê Giştî yê PAK’ê Osman Ozçelîk jî zilma li ser zimanê Kurdî destnîşan kir û xwest ku kampanya bibe kampanya mîlyonan.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bi kirmançkî qala girîngiya kampanyayê û beşdariya wê kir.
Berdekvê Hereketa Azadî Ayettulah Aşitî jî bi bîr xist ku xwedê zimanê cûda daye her miletî û dijberiya zimanekî dijberiya karên xwedê ye.
Serokê PSK’ê Bayram Bozyel jî xwest ku kampanya bi rihê netewî were meşandin.
Serokê Giştî yê PDK-ya Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç û Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî girîngiya ziman destnîşan kirin û banga beşdariya kampanyayê kirin.
Piştî axaftinan metnê kampanya hate îmzekirin.
Dûre jî beşdar heta qada Şêx Seîd meşiyan.