Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kamaran Osman: ‘Li Başûr 42 baregehên dewleta Tirk hene’

 

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
KAMARAN OSMAN: LI BAŞUR 42 BAREGEHÊN DEWLETA TIRK HENE

Tîma Navbeynkar a Xirîstiyan Kamaran Osman li ofîsa xwe ya li Silêmanî çeteleya bombebaranên Dewleta tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê digre.

Kamaran Osman ji ajansa Mezopotamya re axivî û qala êrişên dewleta tirk kir.

Li gorî amarên Osman niha li Başûrê Kurdistanê 42 baregehên dewleta tirk hene û 80 balafirên bê mirov ên bi çek hene.

Ev baregeh ji Zaxoyê, heta Hewlêr, herêma Kelaşîn û Sidekan dirêj dibe.

Dîsa di encama êrişan de ji sala 2015’an ve 116 sivîlan jiyan xwe ji dest daye, 139 birîndar bûne û 148 gund jî hatine valakirin.

Çeteleya di destê Tîma Navbeynkar a Xirîstiyan de metirsiya mezin a li ser daristanên Başûrê kurdistanê jî radixe ber çavan.

Lewra rojane 690 ton êzing bi rêya cerdevan û leşkerên tirk ji Başûr transfer dikin.

Osman dide zanîn ku ew têkildarî kesên bi êrişên dewleta tirk hatine kuştin, birîndarkirin, koçberên ji gundên valakirî koç kirine, daristanên şewitandî û encamên wan raporekê amade dikin.

XEBATKARÊ TÎMA NAVBEYNKAR A XIRÎSTIYAN KAMARAN OSMAN:
ERDOGAN DIXWAZE SÎNORÊN MISAK-Î MILLÎ JI NÛ VE AVA BIKE

Ew herwiha rewşa aktîvîstên sivîl, parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan û kesên bi zextan re rûbirû ne jî qeyd dikin.

Kamaran Osman destnîşan kir ku Erdogan axa Hewlêrê weke axa xwe dibîne û bi xeyala Osmaniya Nû dixwaze sînorên Misak-i Millî ji nûve ava bike û wiha domand:

”Li gorî Peymana Cenevreyê û gelek peymanên navnetewî bombebarankirina nexweşxaneyê û sivîlan sûcê şer e.

Tirkiyê di 17’ê Tebaxê de êrişek esmanî li dijî nexweşxaneyek Şengalê pêk anî.

Sala par jî li herêma Berwariyê li du dibistanan dan. Ew dibistan carek din nehatin vekirin.”

Ofîsa Tîma Navbeynkar a Xirîstiyan di sala 1987’an de li Chîcago ya Emerîka hatiye damezrandin.

Li gel ofîsa li Silêmanî li Kolombiya, Kanada, Filistîn, Yewnanistan jî ofîsên wê hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv