Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Joe Biden ji ber hevkariya Kurdan spasiya xwe ya bi QSD’ê kir

 

LI DIJÎ DAIŞ’Ê OPERASYONA KOALÎSYONÊ
JOE BIDEN JI BER HEVKARIYA KURDAN SPASIYA XWE YA BI QSD’Ê KIR

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê li ser sînorê dewleta tirk a dagirker li dijî DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.

Operasyon li bajarokê Atmê ku dikeve herêma Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de pêk hat.

Koalîsyonê bi rêya helîkopteran hêzên taybet li derdora avahiyeke 2 qatî danin.

Beriya hêzên taybet werin danîn jî bi qederê 2 saetan, mala du qatî bi çekên giran hat bombekirin.

Têkildarî operasyonê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagon daxuyanî da û diyar kir ku hêzên taybet li bakur-rojavayê Sûriyê operasyonê bi awayekî serkeftî pêk anîne.

Der barê vê operasyonê de serokê DYA’yê Joe Biden jî daxuyaniyek da.

Joe Biden ji ber encamgirtina serkeftî ya operasyonê spasiya QSD’ê kir û got:

“Em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ku di operasyona kuştina şêfê DAIŞ’ê li bajarokê Atmê de alîkarî da me.”

Serokê Amerîka anî ziman ku şêfê DAIŞ’ê berpirsê êrişa li ser girtîgeha Hesekê û gelek komkujiyên din bû û got:

“Ebdullah El-Qirdaşî li girtîgeha Xiwêranê çavdêriya qetilkirina sivîlan dikir.”

Di vê operasyonê de lîderê DAIŞ’ê Ebdullah El-Qirdaşî mir.

Li aliyê din serçeteyê DAÎŞ’ê El Qirdaşî bi navê Ebû Îbrahîm El Haşîmî El Kûreyşî jî tê zanîn.

Amerîkiyan her çiqas spasiya QSD’ê kiribe jî derbarê hevkariya DAÎŞ û Dewleta Tirk dagirker de, nedan.

Mûdîrê Saziya Çavdêriya Mafên Miravan a Suriyê Ramî Ebdurehman jî diyar kir ku helîkopterên Emerîkayê ji baregeke leşkerî ya li Kobanê rabûne û piştrast kir ku hêzên taybet ên QSD’ê jî beşdarî operasyona li Idlibê bûne.

Koalîsyonê di cotmeha 2019’an de dîsa bi operasyoneke taybet li Idlibê pêk anîbû û di encamê de serçertyê giştî yê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî hatibû kuştin.

Hêzên QSD’ê di operasyona li dijî Ebûbekîr Bexdadî de jî cih girtibûn.

Cara duyemîne ku şefên DAÎŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye têne kuştin.

Hêzên navneteweyî hevkariya Dewleta Tirk û DAÎŞ’ê an nabîne an jî çav lê digire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv