Jinên ku starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dan, ev bang kirin: “Werin em li dijî polîtîkayên dijminane yên desthilatdariyê yên li ser jinan li her qadê têbikoşin.”
Jinan li navçeya Pirsûs a Rihayê jî, starta 25’ê Mijdarê dan. Jinên ku xwestin bi meşê startê bidin, rastî astengiya polîsan hatin. Li ser astengiya polîsan, jinan pankarta “Em xwe diparêzin” vekirin, li avahiya partiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê û starta çalakiyan dan
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Hûn çi dikin bikin, wê Pirsûsî li hemberî we serî ne tewînin. Berî 6 salan Kader Ortakaya hat qetilkirin. Kobanê dengê xwe gihand hemû cîhanê. Bi starta emê li vê derê bidin, emê dengê Kader bigihînin tevahiya cîhanê.”
‘HER KU ÊRÎŞ DIKIN BIÇÛK DIBIN’
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, bal kişan ser berxwedana gelê Pirsûsê ya di sala 2014’an de ji bo Kobanê pêk hat û wiha got: “Başe ku hûn hene, têkoşîna we heye. Îro ji bo dengê me dernekeve bi her awayî êrîş dikin. Lê ya rast her ku ew êrîş dikin, ewqas biçûk dibin. Va her kes dibîne em bi gelê xwe re li ser piyane.”
AGIRÎ
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li navçeya Bazidê ya Agiriyê jî xwestin bimeşin. Polîsan meş asteng kir û jinan daxuyanî dan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, hevserokên şaredariyê û rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP’ê ya li Bazidê, bûn.