“DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JINÊN CIWAN ÊN ŞEHBAYÊ SILAV DAN BERXWEDANA GERÎLA
Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê heremên Zap,Metîna û Avaşîn ji dagirkeriya dewleta tirk re kiriye goristan.
Ji bo slavdayîna vê berxwedana Dîrokî Jinên Ciwan meşeke girseyî li Şehbayê lidar xistin.
Ciwanan bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê” meşiyan.
“DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI ŞENGALÊ DENGÊ “BIMRE ÎXANET” BILIND BÛ
Ji Şengalê jî dengê “Bimre Îxanet” Bilind bû.
Ev meşa bi heybet ji aliyê TAJÊ ve hat organîzekirin.
Piştî meşê li ser navê TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî Seham Dexîl daxuyanî xwend û ev peyam da dagirkeran.
LEŞKERÊN IRAQÊ GULE LI GIRSEYÊ REŞANDIN
ROJNAMEVAN SELAH BERCES BIRÎNDAR BÛ
Piştî meşê di navbera ciwanan û leşkerên Iraqê de alozî derket.
Leşkeran ciwanekî Êzidî girtin û li ser vê yekê alozî mezin bû.
Leşkerên Iraqê gule li girseyê reşandin û di encamê de Rojnamevan Selah Berces ku bûyerê dişopand, birîndar bû.
Selah Berces veguhestin nexweşxaneya Xanesorê û hat gotin ku rewşa wî baş e.
Li ser nerazîbûna gel, leşkerên Iraqê neçar man ciwanê binçavkirî jî berdin.