Li başûrê Kurdistan Nerazîbûnên jinan li dijî destdirêjî û zewicandina zarokan zêde dibin.
Li bajarokê Kelarê jî jinan nerazîbûn nîşanî zewicandina zarokên biçûk dan.
JINAN, LI KELARÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ZEWACA TEMENÊ BIÇÛK DAN
Li bajarokê Kelarê rêxistinên jinan jî bi daxuyaniyekê zewaca temen biçûk şermezar kirin.
Daxuyanî li parka Meşxel bi tevlîbûna nûnerên rêxistinên jinan pêk hat.
Jinan di daxuyaniyê de xwestin dawî li destdirêjiya li ser zarokan a bi navê Zewacê bê anîn.
Çalakvana jin Viyan Sabir ji kameraya rojnewsê re axivî û nerazîbûn nîşanî zewaca zarokan da.
Viyan Sabir diyar kir, ku ewê li dijî zewaca temen biçûk heta dawiyê têbikoşin.