Çiya dîsa destanê dinivîsîne, li çiyayên Kurdistanê awaz bilind dibe. Nêzî pêncî sal in dengê afirînerên destanê bilind dibe.
Şerekî giran diqewime li çiyayên Kurdistanê. Ne saleke yan jî ji 17’ê Nîsanê ve; bi sedan sal in li vê erdnîgariyê şer diqewime. Şerê herî giran li vir rû dide.
Ev çiya qada têkoşîna gelê Kurdistanê ye, qada jiyana herî esîl e. Li van çiyayan gelek lehengî, destan hatin nivîsandin. Gelê Kurd ti carî bûyerên qewimîn ji bîr nekir. Bi dengbêjan, bi kilaman dengê xwe gihand her kesî. Zarok hemû bi van kilaman mezin bûn. Her padîşahî, her hikumdarî xwest vî hişî tune bikin. Bîr kolan û bi beton bend danîn, lê belê kirin nekirin nekarî vî hişî ji holê rakin.
Ev hiş û bîr her roj mezintir bû. Roj hat, şitlên li nava van bîr û betonan şîn bûn, can dan vî hişî. Gelê Kurd ji bo careke din guh bide kilaman berê xwe da çiyê. Çîya dîsa destanan dinivîsîne, awaz ji çiyayên Kurdistanê bilind dibe. Nêzî pêncî sal in dengê afirînerên destanê bilind dibe.
Ji Zagrosan dengek gihîşte vê demê. Dengekî ku qet neyê jibîrkirin. Dengekî ji tunelên şer, ku rûmeta dîroka me ye. Ev deng dengê fermandar Bager Gever bû. Ji çiyayên Kurdistanê, ji Zagrosan, ji Girê Şehîd Şahînd, Girê Şehîd Berxwedan ên Zapê, ji tunelên şer dengê fermandar Bager hat. Dibêje ‘Dengê min nexweş e, li qisûrê nenihêrin, gaza kîmyewî ya ku hatiye bikaranîn bandorê li qirika min dike’.
Ev lehengê gelê Kurdistanê gava ku ji bo azadiya gelê xwe şer dike, li hemberî rêbazên herî hovane yên artêşa Tirk li tunelên şer bi moraleke mezin distirê. Bi dengê xwe yê herî dilşewat. Hevrêyên wî jî bi heman dilxwazî û dilşewatê lê guhdarî dikin. Mîna ku gelê Kurd li dengê vî lehengê xwe guhdarî dike…