Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsa nivîskar Cûmalî Dogan nivîsa ‘Cejna Damezirandinê’ 16.11.2020

 

CÛMALÎ DOGAN / E-ROJNAME
CEJNA DAMEZIRANDINÊ PÎROZ BE !

PKK salvegera damezirîna xwe ya 42’an ku her roja wê bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû pêşwazî dike. Tevî pênc salên beriya damezrandinê, 47 salan li pey xwe dihêle. 47 sal ji bo partiyeke şoreşger û sosyalîst ne demeke hindik e. Bi taybetî jî gelekî ku kirine halekî wisa ku nikaribûye bêhna xwe bide û bistîne; ji bo partiyekê ku erk û berpirsiyariya şiyarkirina vî gelê “mirî” dihat hesibandin da ser milê xwe, ev 47 sal biwatetir dibe.

PKK bi şanaziya serkeftina vî tiştî xwe ji bo pêşwazîkirina salvegera nû amade dike. Ev rûmet bi têkoşîneke nêzî nîvsedsalê hatiye bidestxistin. Tevî hemû êrîşan, PKK li ser lingan maye, hem gelê hatiye ber mirinê rakiriye ser piyan hem jî bûye xwedî nasnameya partiyeke wisa ku vî gelê nêzî azadiyê kiriye.
Ber bi salvegereke nû, hê jî PKK û gelê Kurdistanê di hedefa êrîşên dewleta Tirk a qirker û hêzên sermayeder ên kurewî de ne. Her ku PKK û gelê Kurdistanê nêzî armanca xwe dibin, di eniyên berfirehtir de dibin hedefa êrîşan, êrîşên li ser wan zêdetir dibin. Tiştên ku niha em dibînin vê rastiyê dide îspatkirin.

PKK û gelê Kurdistanê di pêvajoya amadekirinên ketina salvegera xwe ya nû de, di fetlonekeke wiha dîrokî de ne. Pêngava serfiraziya şoreşgerî ya bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, dagirkirin û faşîzmê re, dem dema bidestxistina azadiyê ye” di 12’yê îlonê de ji hêla KCK’ê ve hat ragihandin. Ev nîşaneyê vê ye. Piştî vê ragihandinê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt gelê me li gor taybetmendiyên derfetên xwe, têkoşîn û berpirsiyariyên xwe berbiçav kirine û dest pê kirine.

PKK salvegera xwe ya nû bi vê şanaziyê pêşwazî dike. Ev tişt di heman demê de tê vê wateyê ku bi rêlibervekirina serkeftin, azadiya Rêber Apo û Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyê re dê pêwîstî bi erk û berpirsiyariyên nû çêbibe. Jixwe PKK wek her salê, 43 saliya dîroka xwe a tekoşînê
jî bi vê hişmendî û biryarê pêşwazî dike. Pêngava şoreşgerî ya bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, dagirkirin û faşîzmê re, dem dema bidestxistina azadiyê ye” gavek ji vê sozdayînê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv