JI GERÎLAYÊN CENGA XABÛRÊ BANG
“DENGÊ AWAZ Û STRANÊN XWE BI DENGÊ TIVINGA GERÎLA RE BIKIN YEK”
Gerilayên azadiya kurdistanê ji bo têkbirina artêşa tirk li herêma Metîna pêngava “Cenga Xaburê” dane destpêkirin.
Yek ji wan gerîlayên ku di vê pêngavê de cîh digre gerîlaya YJA-Starê Rojîn Serhildan e..
Rojîn Serhildan têkildarî şerê li qadên gerîla ev agahî dan.
Gerîlaya YJA-Starê got, her gava dewleta tirk davêje,ji bo wan dibe goristan.
Gerîla Rojîn Serhildan diyar kir ku bi navê gerîla û fermandarên berxwedana ‘Cenga Xabûrê’ wan ji gelê welatparêz û hunermendên Başûrê Kurdistanê re nameyek nivîsîne.