NEWROZA “DEMA AZADIYÊ YE”
JI GERÎLAYAN LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ PÎROZBAHIYA BI COŞ
Li her qad û herêmeke cûda ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve îsal gerîlayên HPG û YJA-Starê dîsa daketin meydanan û Newroz pîroz kirin.
Dîsa li herêmeke din bi beşdariya gelek gerîla û fermandaran pîrozbahiyeke bi coş pêk hat.
Ji fermandarên Dersim Malatya HPG’ê di merasîma leşkerî de axivî û got, emê bi şerê xwe û têkoşîna hevpar a gelan faşîzmê û dagirkeriyê têk bibin.