Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Ji dîrokê hata niha gundên jinan

 

JI DÎROKÊ HEYA NIHA GUNDÊN JINAN, GUNDÊN KU JI ALIYÊ JINAN VE HATINE AVAKIRIN

Li cîhanê çend gund hene ku tenê jinan lê tê de jiyan dikin.

Ger yek ji van gundan xwedî çêrok û serpêhatiyek cuda ye.

Me ji bo we berê xwe daye 5 gundên ku ji jinan pêk tê.

Yek ji van gunda jî bê goman gundê Jinwarê ye.

Gund bajar, navçe, kargeh û her wekê din hertim ji aliyê mêrn ve hatine birêve bibirn.

Lê jinan sed sala 21’ê kir sed sala jinan û mohra xwe li hemû tê gihiştinên ku jin tenê ya male xist.

Ya rastî serhildana jinan ya li dijî pergala mêr salên duv û dirêje berdewam dike.

Yek ji van serhildanên jinan jî veqetandina ji mêran û ava kirina gundên jinan de.

Em we hinekî ber bi dîrokê ve bibin û binêrin jinan çima gundên jinan ava kirine.

Li cîhanê gundê Nueva de Cordeiro yekemîn gundê jina ya.

Gund ku dikeve Başûrê Rojhilatê Birêzîlayayê di dawiya sedsala 19’an an go sala 1891’ê ji aliyê Mariya Dî Lîma, hatiye ava kirin.

Mariya, piştî ku bi xiyaneta hevjînê xwe tê tawanbarkirin, neçar dimîne bajarê xwe terk bike.

Mariya pişt re bi çend jinên ku rastî tundiya hevjînê xwe hatine tê gel hev û gundê ku jêre dibêjin Gerestêrka Jinan ava dike.

Li gund her tişt bi keda destê jinan tê ava kirin, jinên ku li gund dijîn pêwîste li gorî rêzîk û qanûnên gund bijîn.

Gundê Umoja.

Gundê Umoja jî dikeve Bakurê Kenyayê .

Gund di sala 1990’î de ji aliyê jina bi navê, Rêbîka Lolosolo ve hatiye ava kirin.

Ev gund hîna jî ji aliyê Rêbîka ve têbirêve birin.

Avakar gund Rêbîka bi destdêrijiya sê leşkerên Berîtanî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve rû bi rû dimîne.

Dema ku Rêbîka bûyerê ji hevjînê xwe re dibêje tûndî lê tê kirin.

Rêbîka ji mal direve û 90 rojî li çolê digere û radizê.

Paşê 16 jinên ku rastî heman tiştî yan jî serpêhatiyên wan nêzî hev in, tê.

Li erdekî ku hatiye terikandin bicih dibin û bi vî rengî gundê Umojayê ava dikin. .

Umoja tê wateya ‘Tecrîd-Tenêbûn’ û gund ji mêran re qedexe ye.

Heya 2019’an 47 jin û 200 zarok lê dijiyan. Jinên gund bi çandinî û çêkirina zêr debara xwe dikin.

Girava Jinan

Li Tacîkistanê gravek heye ku hemû lê jin dijîn.

Girava Jinan, ku li nêzî Çiyayên Ala El-Dîn ê ye, bi xwezayeke çiyayî û avhewa ya xweş tê naskirin.

Li vê deverê jî hemû jinên ku hevjînên wan diçin kar dijîn.

Li Misrê jî nimûneyek wiha heye.

Gundê El-Semaha jî girêdayî bajarê Îdfu ye.

Li vî gundî jî jinên ku hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane û jinên ku ji hevjîn xwe veqetiyane tevî zarokên xwe dijîn.

Projeya gund di 1998’an de dest pê kir û hikmeta Misrê piştgiriya jinan dike.

Ji bo zarokan dibistan hatiye ava kirin û jin jî karê çandiyê dikin.

Ev gund ji mêran re qedexe ye. Jineke ku dixwaze bizewice jî ji gund tê derxistin.

Û gundê Jinwar.
Gundê Jinwar jî li Kurdistanê yekemîn gundê jina ye.

Gundê Jinwar li Rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayi Kantona Hesekê ye.

Ev gundê bi kerpîçên heriyê hatiye çêkirin.

Gund ji 30 malî pêk tê, navendek tendrustiyê û navendeke bi navê Şîfa Jin ku hemî dermanên xwezayî ji giyayên çolê çêdikin, lê hatiye bicihkirin, hatiye vekirin.

Jin debara xwe bi xwedîkirina pez u çandiniyê dikin. Akademiyek li ser esasê perwerdekirina jinan jî hatiye vekirin.

Gundên Jinwar ji gundên din ku di nava dîrokê de hatine avakirin cuda dike, jin xwe bi xwe bêyî ku hikûmetek wê bi rê ve bibe, xwe bi rê ve dibe ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv