Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo Dag û Er bi rêya e-posteyê kampanyaya nameyan 05.12.2020

Ji bo biryara darvekirinê ya li ser Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ku rêveberiya Hewlêrê dabû, paş ve were standin bi rêya posteya elektronîk kampanyaya îmzeyan dest pê kir.

Ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ku bi îdîaya endamê MÎT’ê Osman Kose 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê kuştine, cezayê darvekirinê li ser wan hatibû standin kampanyaya îmzeyan dest pê kir.

Ji bo Dag û Er ku Cotmeha bihurî malbatên wan ji bo ku biryara darvekirinê neyê bicihanîn name ji Nêçîrvan Barzanî re şandibûn, piştre li Swîsreyê Insîyatîva Piştevaniyê ya bi Dag û Er re hatibû avakirin.

Insîyatîva Piştevahiyê ya bi Dag û Er re ji bo ku biryara darvekirinê paş ve were kişandin ji Rêxistina Navnetewî ya Efûyê, Komîteya Mafe Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Mafê Mirovan a Parlamentoya Federal a Bernê re, ji Koma Dostaniya Kurd a Parlemantoya Federal a Swîsre, Nûnertiya Swîsre ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê re dosya hatibû şandin û randevû hatibû xwestin.

Insîyatîvê 4’ê Kanûna 2020’an ji bo Dag û Er bi rêya E-Postayê ji Nêçîrvan Barzanî re name şand û kampanya da destpêkirin. Di nameyê de hate xwestin biryara darvekirinê ya li ser Dag û Er paş ve were kişandin. Di nameyê de her wiha hate xwestin ku biryara darvekirinê ji Destûra Rêveberiya Federal a Kurd were rakirin.

Her wiha hate xwestin ku her kes tevlî kampanyaya nameyan a ji bo Dag û Er bibe.

Adrêsên ku mirov wê nameyan bişînininê:

nechirvan.barzani@krg.org

political-bureau@ms-kdp.info

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv