Jina bi navê Gelawêj Hemze eşkere kir ji berku wê di bernameyek televîzyonê de gotiye; “Şanaziyê bi bavê xwe nakim, ji berku di şerê navxweyî de hatiye kuştin” niha gefa kuştinê lê tê kirin.
Jina bi navê Gelawêj Hemze Selîm di rojên borî de di bernameyek televîzyonî de gotibû, “Ez şanaziyê bi şehîdbûna bavê xwe nakim, ji berku di şerê navxweyî de hat kuştin.” Gelawêj Hemze li ser medyaya dijîtal peyamek bi dîmen belav kir û got; “Ji ber wan gotinên ku min di bernameya televîzyonê de têkildarî kuştina bavê xwe kir, niha mamekî min bi navê Teha gefa kuştinê li min dike. Ez ji mirinê natirsim, ger bimirim jî ji bo rastgotinê bû ez ê bibim şehîdê wê rêyê.”
Gelawêj dibêje, “Wek bav şanaziyê bi nav, kesayet, qehremanî û dîroka wî dikim. Ez li dijî şerê birakujîme. Divê em hemû xwedî lihev derkevin.”