JI 768 PARÊZERAN LI DIJÎ TECRÎDÊ KAMPANYA ÎMZEYAN
ABDULLAH OCALAN BILA BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTIN BIKE
Rêber Apo ev zêdetirî 22 sal in li Girava Îmraliyê bi awayekî giran tê tecrîdkirin.
Her wiha ji 25’ê Mijdarê ve jî ji Îmraliyê agahî nayê girtin.
Wê rojê bi rêya telefonê Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû û têkilî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qutkirin.
Parêzer û malbata wî serê du rojan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin.
Parêzerên Rêber Apo herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an pê re rûniştibûn.
Ji wê rojê ve destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn.
Li dijî vê tecrîdê huqûqzanên li Tirkiyê ketin nava tevgerê.
768 parêzer û huqûqzanan bi kampanyayeke îmzeyan xwestin, rê li ber hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re bê vekirin.
Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka ÎHDê Eren Keskîn, huqûqzan Ercan Kanar û parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê jî îmze danîne bin vê kampanyayê.
Di metna kampanyê de tê destnîşankirin, ku hevdîtina her kesekî/e hepskirî bi parêzerên xwe re heqekî gerdûnî û huqûqa neteweyî ye.
Parêzeran wiha got:
Di 10 salan de tenê 5 caran destûra hevdîtinê hatiye dayîn.
Piştî 7’ê Tebaxa 2019’an jî her cûre têkiliya bi parêzerên Abdullah Ocalan re tê astengkirin.
Daxuyaniya wî ya dawî daxwaza hevdîtina bi parêzeran re bû.
Pêkanîna vê daxwazê pêwîstiya dewleta huqûqê ye.
Tevgera berevajî vê yekê, binpêkirina qanûnên peymanên navneteweyî ye.