LI AMEDÊ BINÇAVKIRINA 22 JINAN
6 JIN HATIN GIRTIN 9 JÎ BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HATIN BERDAN
5’ê Nîsanê polîsên dewleta Tirk li Amedê êrişî Komeleya Rosa ya Jinan û gelek malên Kurdan kiribûn.
Di vê êrişa qirkirina siyasî de 22 jin hatibûn binçavkirin.
Jinên ku ev 4 roj in li Amedê di qeraqolê de di bin çavan de ne îfade dan.
Dadgeha dewleta tirk bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derheqe Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal, Şehrîban Zûgûrlî û Fîgena Arasê biryara girtine da.
Her wiha Zeynep Uren, Eylem ceylan, Sevîm Bîçîcî, Hayat Akyol,Berîtan Canozer, Gûrbet Ozel, Şîlan Elmas Kan, Nalan Ozen û Hasîbe Akçayê jî bi şertê kontrola edlî berdan.
Dadgeha tirk li Nezahat Tekeyê jî cezayê hepsa malê birî.
Zelal Bîlgîn, Emîne Kaya, Bahar Karakûş Ûlûg, Rûken Bekalp,Besîle Narîn,Seval Gulmez,Neclsa Tamrîş û Rabîa Tekas hin jî di bin çavan de ne.
Binçavkirina wan heta 48 seatên din hate dirêjkirin.
LI AMEDÊ BINÇAVKIRINA 22 JINAN
DAYIKÊN AŞTIYÊ: EV ZILM JI DESTHILATDARAN RE NAMÎNE
Nerazîbûnên girtina jinên sîyasetmedar her ku diçê zêde dibe.
Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê Sabahat Irmak, Emîne Koç û Adîle Zengîn bi van gotinan girtina sîyasetmedaran şermezar kirin.
ÊRIŞ Û ZEXTÊN LI DIJÎ AJANSA JINNEWS’Ê
JINÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: EM LI DIJÎ ZEXTAN BÊDENG NAMÎNIN
Navenda Metro a ji bo Mafê Rojnamegeran, zextên li ser ajansa Jin News’ê şermezar kirin.
Endama Navenda Metro û Edîtora Govara Jin, ji ajansa Rojnews’ê re axivîn.
Editora Govara Jin Avan Caf got; Ya ku niha li Tirkiyeyê rû dide binpêkirina mafê mirovan e.
Avan Caf bal kişand ser giringiya yekîtîya jinan û got;
Jin dikarin hêzek mezin çêkin û li dijî bê mafî û binpêkirinên li Tirkiyeyê rabin.